Kaboglu: Dengê 'Na' dê bibe pîvana demokrasiyê 2017-02-20 13:58:14 KOCAELÎ - Hîndekar û Serokê Şaxa Zanistiya Hiqûqa Qanûna Bingehîn ê Zanîngeha Marmarayê Prof. Dr. Îbrahim Kaboglu, ku bi biryara KHK'ê ji peyvirê hat dûrxistin, diyar kir ku gotina 'Na' dê bibe pîvana demokrasiyê' Hîndekar û Serokê Şaxa Zanistiya Hiqûqa Qanûna Bingehîn ê Zanîngeha Marmarayê Prof. Dr. Îbrahim Kaboglu yê di çarçoveya OHAL'ê de bi biryara hêjmar 686'an a KHK'ê hat îxrackirin, pêvajoya referandumê nirxand. Kaboglu, anî ziman ku bi biryara KHK'ê îxraca akademiden ji kok ve li dijî Qanûna Bingehîn e û wiha got: "Pêkaninên KHK li dijî Qanûna Bingehin in. Kesên muxalif bi biryarên KHK'ê ceza dike. Bi KHK'yan armanc dikin ku li zanîngehan kesên xwedî ramanên cuda, nerînên cuda, bikin hedef û kesên muxalif ji holê rake û wan bê tesîr bikin. Yek ji armanca duyemîn jî di pêvajoya referandumê de kesên dibêjin "Na" wan bêdeng bikin." 'EZ DÊ HETA DAWIYA TEMENÊ XWE TÊBIKOŞIM' Kaboglu, da zanîn ku piştî ew ji akademiyê îxrac kirin derketina dervê welat jî li wê qedexe kirin û wiha got: "Min li Zanîngehek Fransî ders dida. Bi vê yekê ez êdî nikarin li zanîngeha Firansê jî dersê bidim. Ez êdî nikarim li Zanîngeha Sorbonne ya Firansayê dersên xwe bidim. Ji ber ku dest danîn ser pasaporta min jî. Lê ez dê fikrên xwe yên der barê pêşeroja Tirkiye de bi dengê berz bînîm ziman. Ez dê têkoşîna demokrasî û mafên mirovan ji berê bêtir berdewam bikin. Ez dê têkoşina hiqûqê bilind bikin. " TALIYA TIRKIYE TARÎ YE Kaboglu, bal kişand ser hilbijartina referandumê ya 16'ê Nisanê jî û wiha got: "Mirov dikare ji 3 aliyan de pakêta qanûna bingehîn şirove bike. Yek jê divê ji bo guhertinê pêdiviyek lezgîn hebe. Lê pêdiviyek lezgîn tune ye. Ya din bi vê qanûnê destkeftiyên piştî Osmanî ji halê tên rakirin. Dîsa navenda her tiştî di yek zilamî de kom dibin. Ya sêyemîn jî ger ku di 16'ê Nîsanê de erê derkeve Tirkiye dê bi aliyekî ku taliya wê ne diyar be ve biçe. Niha ji sedî 70 medya di destê îktîdarê de ye. Di vê guhertinê de li aliyekî dewlet heye. Li aliyê din jî gel heye. Lê aliyê gel nayê dîtin. Ger ku dengê "Na" derkeve dê pîvana demokrasî, aştî, û edaletê zêdetir bibe. Niha di şertê OHAL'ê de hilbijartinek adîl û wekhev çênabe.