Têkildarî teqîna li Wêranşarê 44 kes hatin binçavkirin 2017-02-20 15:31:53 RIHA - Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê li dijî lojmanên polîs û edliyê di 18'ê Sibatê de teqîn pêk hatibû. Piştî teqînê heta niha 44 kes hatin binçavkirin. Piraniya kesên hatin binçavkirin ji heman malbatnê ne. Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê di 18'ê Sibatê de li dijî lojmanên polîs û edliyê êrîşa bombeyî pêk hatibû. Di bûyerê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û gelek kes birîndar bûbûn. Piştî êrîşê di 2 rojên dawî de heta niha 44 kes hatin binçavkirin. Li gund û taxên wêranşarê şevê din polîsan bi ser gelek malan de girt û bi dehan kesên din binçavkirin. Heta niha 44 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan wiha ne: Halil Kazici, Aziz Kanar, Eşref Taşkin, Ekrem Tamamboga, Ramazan Dogan, Omer Erdem, Cemîl Cin, Fesih Taşçilar, Omer Taşçilar, Sidik Taşçilar, Mehmet Ata, Selman Vural, Nezir Ozgezer, Zeman Ozgezer, Şeyhmus Oztaş, Cihan Oztaş, Salih Saluca, Ferzende Dinek, Rojbîn Atilla, Feridun Ekîncî, Haşim Erdem, Ali Elbenim, Halil Tamamboga, Aydin Taşkin, Haydar Kizilboga, Hasan Kanar, Mahmut Înan, Yusuf Asî, Şeyhmus Oktay, Hediye Kalkan, Celal Kaçan, Murat Sarioglu, Mahmut Yavuklu, Sadiye Tatli, Mustafa Erboga, Ferzende Erbekler, Mehmet Gezgor, Mutalip Ektîren, Ridvan Ektiren, Murat Ektiren, Kado Erdem, Zana Silgir, Selahattin Mendanoglu, Hisman Cin.