Di riya Xerabê Bava de nobet 2017-02-20 15:55:34 MÊRDÎN - Heyeta ku xwest biçe gundê Xerabê Bava hate astengkirin, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a pirsa "Madem tiştekî veşarî nîne çima desturê nadin me" kir got ku heta dorpêça li gund rabe dê bisekinin. Heyeta ku ji KCD, HDP, DBP û Dayikên Aştiyê pêk tê û ji bo darpêça li gundê Xerabê Bava ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê bişikênin hat avakirin 15 kîlometre durî gund ji aliyê leşkeran ve hat astengkirin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Wekîla Hevseroka Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şîmşek, Alîkarê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Aslan, parlamenterên HDP'ê Ayşa Acar Başar û Erol Dora ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin. heyeta ku ji aliyê wesayîtekî zirxî, TOMA'yek û leşkeran ve hat rawestandin bi leşkeran re hevdîtin pêk anî. Heyetê got ku dixwazin biçin gund lê leşkeran got ku walîtiyê ferman daye ku tu wesayîtên sivîl derbas nebin. HEYET HAT ASETNGKIRIN Heyetê got ku heta destur nayê dayîn dê ji heremê veneqetin li ser vê balkêş e leşkeran bersiva "Hûn ê ji vir biçin lê em ê li vir bi van mirovan re rû bi rû bimînin, me nexin tengaziyê" dan. Dema ku heyet li vir bû di riya gund de ambulans û kepçeyek derbas bû. Ligel hemû hewldanan destur nehat dayîn ku heyet derbasî gund bibe li ser vê yekê heyetê li vir daxuyanî da. Parlamenterê HDP'ê Erol Dora li vir axivî û got ku 10 roj in der barê rewşa gund de ji rayedaran bersivekî nikarin bigirin. 'LI WIR BI SEDAN SIVÎL HENE' Piştre Hevseroka KCD'ê Leyla Guven axivî û diyar kir ku operasyon li dijî sivîlan tê kirin û wiha berdewam kir: "Dewleta Tirkiyeyê dibêje ku me di operasyonan de evqas kes kuştiye. Lê li vî gundî bi sedan mirovên sivîl hene. Em dixwazin qêrînên dayik û zarokan bê bihistin. Cara sêyemîn e ketina me ya gund tê astengkirin. Bangawaziyên me yên ji bo Cizîr, Sûr û Nisêbînê bêencam ma. Îro dîsa bi heman awayî dayik li me digerin, dibêjin di tengasiyê de ne. Niha li ber me ambulans derbas dibe. Lê kî miriye kî maye em nizanin." 'AGAR FERMANÊ DIDE SOYLU PÊK TÎNE' Guven destnîşan kir ku gelê Nisêbînê her tim li ber xwe daye û tu caran serê xwe netewandine. Guven wiha got: "Tê gotin mal hatine şewitandin. Em dixwazin balê bikişînin ku ev gund kîjan gund e. Di 1995'an de dîsa qedexe hat îlankiri. Malên gel hatin şewitandin. Bi salan nekarîn vegerin gundê xwe.Em dizanin ku Suleyman Soylu xwendekarê Mehmet Agar e. Divî Suleyman Soylu ji Mehmet Agar bipirse; li Kurdistanê tiştekî ku te nekiriye heye, ez niha çi bikim jî dê serê xwe netewînin. Kesek nikare bi vî gelî serî bidî tewandin. Heta niha çawa jiyana xwe berdewam kirin dê ji niha û şunde jî dikarin bidomînin." Guven got ku heta ku dorpêça li gund bê rakirin dê li vir bin û wiha got: "Ger ku tiştekî veşarî tuneye çima desturê nadin em derbas bibin? Ev tê wateya hûn li wir qatlîamê pêk tînin." Guven bang li hemû kesan kir xwest ji bo dorpêça li gund bê rakirin têbikoşin. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nevriye Kaçan jî diyar kir ku gun 10 roj in di bin dorpêçê de ye ji gund qêrînên mirovan bilind dibe û êdî naxwazin mirov bimirin. Sekna heyetê didome.