Gefa 'hûn ê li vir hêza dewletê bibînin' li girtiyan dikin 2016-11-23 09:17:21 ENQERE - Alîkara Sekretera Giştî ya ÎHD’ê Necla Şengul, têkildarî zextên li ser girtî û girtîgehan tên meşandin diyar kir ku girtî rastî gotinên wekî "Dewlet çi bibêje hûn ê bikin", "Hûn ê li gorî rê û rêbazên dewletê tevbigerin" û "Hûn ê hêza dewletê bibînin" tên. Êrîşa dewletê ya li hemberî girtiyên siyasî yên li girtîgehan her ku diçe zêde dibe. Piştî Rêveberiya Awarte (OHAL) li dijî girtiyên siyasî êrîş derketin asta herî jor û her roj girtiyên siyasî tên sirgûnkirin, îşkencekirin û mafên wan ji destên wan tên girtin. Dema ku girtî tên sirgûnkirin rastî tehdît û lêgerînên tazî tên. Alîkara Sekreterê Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Necla Şengul axivî û da zanîn ku êrîşên ku bi salan e li hemberî girtiyên siyasî pêk tên piştî OHAL’ê gihîştin asta herî jor. ‘BI AWAYEKÎ KÊFÎ ÎŞKENCE PÊK TÊN’ Şengul diyar kir ku îşkence û êrîşên ev demek dirêj e li hemberî girtiyên siyasî tên kirin bi awayekî kêfî didomin û wiha axivî: “Bi salan e di girtîgehan de li hemberî girtiyên siyasî êrîş tên kirin û mafên wan tên binpêkirin. Lê piştî OHAL’ê ev êrîş zêde bûn û her roj li hemberî girtiyên siyasî îşkence û êrîş bi awayekî kêfî didomin. Wekî tê zanîn di bin navê Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de li dijî sazî û dezgehên kurd operasyon tên kirin, endam û rêveberên saziyan tên binçavkirin û piştre tên girtin. Wan kesan dema ku dibin girtîgehan rastî êrîş û îşkenceyan tên.” ‘MUAMELEYÊN KIRÊT TÊN KIRIN’ Şengul destnîşan kir ku kesên ku di demên dawî de tên girtin di bin çavan de rastî îşkence û muameleyên kirêt tên û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di demên dawî de kesên ku tên binçavkirin dema binçavkirinan de rastî muameleyên kirêt tên û li hemberî wan îşkence tê kirin. Dema ku ew kes tên girtin û dibin girtîgehan heman îşkence li wir jî li hemberî wan tên kirin. Ez dikarim bibêjim ku her ku diçe di girtîgehan de êrîş zêde dibin û mafên girtiyan ên jiyana di girtîgehan de tên binpêkirin.” ‘HEVDÎTIN TÊN QEYÎTKIRIN’ Şengul da xuyakirin ku piştî hewldana darbeyê hevdîtinên girtiyan ên ji malbat, parêzer û parazvanên mafên mirovan re tê astengkirin û axafitina xwe wiha domand: “Girtiyên siyasî piştî hewldana darbeyê rastî qedexekirin û astengiya hevdîtinên ji malbat, parêzer û parazvanên mafên mirovan re tên. Bi taybet dema ku parêzer bi girtiyan re hevdîtinan pêk tînin ew hevdîtinên ji aliyê rayedar û midûriyetên girtîgehan tên qeyîtkirin. Ji ber ku saetên hevdîtinan ên parêzer û girtiyan hatine kêmkirin girtî nikarin tiştên ku di girtîgehan de dijîn ji parêzeran re parvebikin. Ev jî pirsgirêkan her ku diçe kur dike û em jî vê rewşê bi fikar in.” ‘DEWLET ÇI BIBÊJE HÛNÊ VÊ BIKIN’ Şengul aşkera kir ku wan di demên borî de ji bo ku pirsgirêkên girtiyan nîqaş bikin diçûn ji rayedar û midûriyetên girtîgehan re hevdîtin pêk dianîn lê di demên dawî de ev ji holê hatiye rakirin û wiha pêde çû: “Em wekî parêzvanên mafên mirovan di demên borî de diçûn girtîgehan û me di derbarê girtiyan de agahî ji midûriyetên girtîgehan werdigirtin, lê piştî rewşa awarte ev ji holê rakirin. Dema ku hevalên me yên di komîsyona girtîgehan de cih digirin diçin girtîgehan rastî gortinên wekî ‘dewlet çi bibêje hûn ê bikin’, ‘hûn ê li gorî rê û rêbazên dewletê tevbigerin’ û ‘hûn ê hêza dewletê bibînin’ tên. “ ‘EM Ê VE BI DARÊ ZORÊ TERBIYE BIKIN’ Şengul bi lêv kir ku girtî di girtîgehan de rastî tekmîldayîn, hejmartina ser piyan û derpkirinan tên û wiha got: “Girtiyên ku di girtîgehan de di bin qontrola dewletê de dimînin dibêjin ku her roj dewlet dibêje wan em ê ve bi darê dewletê terbiye bikin. Bi rastî ev helwesta dewletê fikarekî mezin derdixe holê. Girtiyên ku di girtîgeha Gîresunê de rastî tekmîlê û hejmartina ser piyan tên bertek nîşanî vê helwestê dan ji aliyê gardiyanan ve di qorîdoran de bi erdê hatin kaşkirin. Girtiyên ku di girtîgeha Kandirayê de sirgûnî girtîgeha Balikesîrê hatin kirin rastî rastî lêgerîna tazî hatin û şîdet li hemberî wan girtiyan pêk hat. Rayedarên girtîgehan ji girtiyan re gotine û ‘hûn bi xêr hatin navendên dewletê û hûn ê li wir hêza dewletê’ bibînin.” ‘MAFÊ TU KESÊ BINPÊ NEKIN’ Şengul bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Bi rastî tiştên ku îro di girtîgehan de tên jiyîn fikarên me zêde dike. Dibe ku dewlet di girtîgehan de li hemberî girtiyên siyasî rê û rêbazên cuda jî bi kar bîne. Ez dîsa jî dibêjim dewlet li hemberî girtiyan siyaset û politîkayek nemirovî bi kar tîne. Kesên ku îro di nav çar dîwarên girtîgehan de dimînin mafê tu kesê nîne ku li hemberî wan kesan bêexlaqiyê bike û li dijî wan îşkence û tunditoyê pêk bîne. Divê ku dewlet di demek nêz de dev ji van bêexlaqî û bêedaletiyan berde. Ez bang li rayedarên dewletê dikim êdî bes e mafê mirovan him hundir him jî derve binpê nekin. Bihêlin bila her kes li gorî xwe bijî.”