Parêzer Çeledir: Dê 'Na' pêvajoya demokratîkbûyînê lezgîntir bike 2017-02-21 09:11:40 QERS - Parêzer Necati Çeledir, dest nîşan kir ku di pêvajoya OHAL'ê de ber bi referandûmê ve tê çûyîn û got, heke "N" derkeve dê ev encam li Tirkiyeyê pêvajoyeke demokratîkbûyînê lezgîntir bike. Parêzer Necati Çeledir, referandûma di dema Rewşa Awarte (OHAL) de çêdibe nirxand û got, heke "Na" derkeve dê ev encam li Tirkiyeyê pêvajoyeke demokratîkbûyînê lezgîntir bike. Çeledir, anî ziman ku guherandina dixwazin pêk bînin dê xizmeta yekpartî û yekzilamî bike û wiha got: "Dê qanûnçêkirin, birêvebirin, daraz yanî hemû saziyên heyî di destekî de bin, ku ev rewş li dijî demokrasiyê ye. Ji ber vê ye ku em ê bibêjin 'Na'." ‘GOTINA 'NA'YÊ BERJEWENDIYA TIRKIYEYÊ YE' Çeledir, anî ziman ku divê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û demokratîkbûyîna welat civak hewl bide û wiha axivî: "Divê civak di vê mijarê de hewl bide. Gelê Tirkiyey gelekî demokratîk e. Gotina 'Na' mafekî demokratîk e. Û gotina 'Na' berjewendiya Tirkiyeyê ye. Dê fêdeya wê li hemû civakên Tirkiyeyê be." ‘JI SERÎ VE QANÛNEKE BINGEHÎN A SEQET E' Çeledir, anî ziman ku derdoreke mezin a civakê dibêje "Na", lê belê dewlet jî li dijî vê unsûrên çewisandinê dixe dewreyê û wiha axivî: "Heke civateke welatiyên bîbir hebe, heke vê guherandina Qanûna Bingehîn xwendibe, têgihiştibe, zanibe Qanûna Bingehîn çî ye dê bibêje 'Na'. Qanûnên bingehîn beriya her tiştî lihevkirneke civakiyî ne. Yanî heke Qanûna Bingehîn wek boxçikeke bipîne berpêşî parlementoyê hatibe kirin û hin kes gotibin 'Erê' hin kes gotibin 'Na', ev nîşaneya ku di serî de qanûneke bingehîn î seqet e. Diviya li Meclîsê bi konsensuseke hevpar a 4 partiyan lihevkirina civakiyî pêk bihatana. Lê nebû. Wek ji tofanekê reviya bin bi lez û bez xwestin dengdayîna qanûna bingehîn bikin. Di serî de seqet e. Ne qanûneke bingehîn a demokratîk e. Diviya herî kêm salekê bihatana nîqaşkirin. Diviya ji aliyê rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û hemû rêxistinên pîşeyan û hêzên rêxistinbûyî ji serî heta binî bihatana nîqaşkirin. Dê bi 'Na'yê encam bibe. Wisa dixuyê. Qanûna Bingehîn qanûna sereke ye, di ser hemû qanûnan de ye. Yanî li gor min û li gor te qanûna bingehîn nabe. Divê li gor her kesî be." ‘QERS BAJEREKÎ HEVDEM E' Çeledir, got dê li Qersê "Na" derkeve û wiha domand: "Dema Ataturk nû Komar ava kir, têkildarî kurdan vegotinên xweseriyê hebûn. Piştî wê her çû ber bi navendê ve çû. Wek formula Tayyip veguherandin rewşa 'Yekdewlet, Yeknetew, Yekwelat'. Kurd, tu carî li navendê nehatin rûniştandin. Li cîhanê mafên demokratîk ê tu neteweyeke xwedî gelheyeke wisa nehatine binpêkirin. tenê ji bo kurdan wisa ye. Qers bajarekî hevdem e. Gelek nasnameyên cuda bi salan e bêyî pirsgirêk bi hev re dijîn. Ya Qersê dikeQers jî ev nasnameyên cuda ne ku hin jê ji Rûsyayê hatine. Di wextê xwe de çanda rûsan wergirtine. Dilvîn in. Her kes bi rêz û hurmetî nêzî hevdu dibe. Qersî ji hev hez dikin. Di navbera gelan de tu pirsgirêk tune ye. Lê heke yek neyê û fesadî û gelaciyê neke, faşîzmê gur neke, dê li Qersê tu pirsgirêk çênebin. Gelê Qersê baş e, xweş e û dê bibêje 'Na'." Çeledir, dest nîşan kir ku Qanûna Bingehîn a 18 madeyî ne ya kurdan û ne jî ya tirkan e û got, divê Qanûna Bingehîn bibe ya 80 milyon î û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bila bixwînin, lêkolîn bikin û bi hestiyarî nêz bibin. Bila bi pîspîska hin kesan tevnegerin."