Taştêya bigoşt a rihayiyan: Tîrît 2017-02-21 09:19:05 RIHA- Yek ji hosteyên Tîrîtê ya bi goşt tê çêkirin û di taştê de bivê nevêya rihayiyan e, Bedri Gul wiha dibêje: "Kesê bi Tîrîtê dest bi rojê dike, heke danên din tu tiştî nexwe jî dibe." Riha, li gel dîroka xwe ewqasî jî bi metbaxa xwe jî yek ji wan bajarên bi nav û deng e. Li Rihayê, welatî bereksê her kesî sibehan bi Tîrîtê ya malzemaya wê ya sereke goşt e taştêya xwe dikin. Rihayî ji bo Tîrîtê dibêjin , "Dewaya her derî ye." Li Qada Haşimiyeyê ya Rihayê Bedir Gul ê bi salan e tîrîtkariyê dike dike, beriya roj hilê ji bo rihayiyên ji nimêjê tên Tîrîtê amade dike. Tîrît a bi goştê qaza, werdek û miyan çêdibe, nanê hişk tevlî ava goştê tê kirin. Hosteyê Tîrîtê yê 25 salan Gul behsa çêkirina vê xwarinê kir û wiha got: "Em goştê golikan ên wek hêtê wek hêkan jê dikin. Paşê 45 deqîqeyan sor dikin. Bi destan em ji hev vediqetînin. Sibehê saet di 5 an jî 6'an de ji bo serwîsê amade ye." HETA SAET 10.00'AN DIQEDE Gul, got ji bo Tîrît biçêj be ew hinekî dûva miyan û zeferanê dixinê û wiha domand: "Fêdeya zeferanê heye. Û divê nan ê hişk be. Bi vî awayî nan ziyan jî nabe. Em goşt li ser nan bi cih dikin, paşê ava goşt berdidin serê. Li gor daxwaza em mastê bisîr jî berdidin ser. Helbet gelek fêdeyên sîrê jî hene. Ji ber vê kesê bi Tîrîtê dest bi rojê bike, danên din tiştekî enxwe jî dibe." Gul, diyar kir ku milet sibehan zû Tîrîtê dixwe û ji ber vê heta saet 10.00 Tîrît diqede û wiha axivî: "Ev xwarin bûye perçeyeke Rihayê. Carinan ji bo dawet an jî şahiyên sinetan sîpraîş tê dayîn û em ji 500 kesî re Tîrîtê amade dikin. Kesên bên Rihayê divê wê bitahmijînin."