Parêzerên Demîrtaş ziyaret kirin hatin binçavkirin 2016-11-14 10:46:54 STENBOL - Prz. Levent Pişkin û Cahit Kirkazak ên li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê bi Hevserokên Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş re hevdîtin kirin hatin binçavkirin. Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê û Endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Prz. Levent Pişkin serê sibê li mala xwe ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Pîşkîn, bi fermana Dozgerê Komarê yê Bûrsayê bi hinceta bi Hevserokê Giştî HDP'ê Selahattin Demîrtaş re li Girtîgeha tîpa F a Edîrneyê hevdîtin kiriye hat binçavkirin. Cahit Kirkazak jî 2 roj berê piytî hevdîtina bi Demîrtaş re li Bûrsayê hat binçavkirin.