Di doza Alî Îsmail Korkmaz de biryara nû 2017-02-21 11:22:31 ENQERE - 1'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind, der barê doza kuştina Alî Îsmaîl Korkmaz ê di berxwedana Parka Gezî ya li Eskîşehirê de hat kuştin, cezayê bersûc Ebubekir Harlar û Huseyin Engin hindik dît û dosya paşve şand. 1'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind, der barê doza kuştina Alî Îsmaîl Korkmaz de biryarek nû da. Dadgehê di berxwedana Parka Gezî ya li Eskîşehirê de hat kuştin, cezayê bersûc ê karkerê firinê Ebubekir Harlar û polîsê hat beraetkirin Huseyin Engin hindik dît. Heyetê diyar kir ku li gel ku der barê bersûc Mevlut Saldogan, Yalçin Akbulut, Îsmail Koyuncu, Ramazan Koyuncu, Muhammet Vatansever û Ebubekir Harlar de hekîmiyeta muşterek li ser fîîl ava kirine jî der barê Ebubekir Harlar de 3 sal û 4 meh ceza hatiye dayîn. Lê li gorî TCK'ê ku bi zanebûn kuştiye divê bê cezakirin. Dadgeha Bilind der barê Huseyin Engin de jî bi sedema cop li piyê Ali Îsmail Korkmaz xistiye û bi zanebûn birîndar kiriye û bûye sedema kuştinê û xwest li gorî vê yekê bê cezakirin. Dadgeha Bilind dosya dîsa ji 3’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Qeyseriyê re şand.