Parêzeran xwest lêpirsîna şewata Aladagê bê berfirehkirin 2017-02-21 11:37:51 EDENE - Komîsyona Mafê Zarokan a Baroya Edeneyê xwest ku facîaya li wargeha keçan a Aladagê pêk hat û 12 kesan jiyana xwe ji dest da bêberfirehkirin. Komîsyona Mafê Zarokan a Baroya Edeneyê ji dozger xwest ku lêpirsîna şewata wargeha aîdî Suleymaniyan a di 29'ê Mijdara 2016'an de çêbû û tê de 11 jê xwendekar 12 kes jiyana xwe ji dest dan û 24 kes birîndar bûn berfireh bike. Parêzerên di Komîsyona Mafê Zarokan a Baroya Edeneyê de peywirdarin serî li Serdozgeriya Komarê ya Aladagê dan û xwestin ku kesên destûr dane vekirina wargehê jî bikevin bin tahkîkatê. Di daxwaznameya baroyê de ev tişt hatin gotin: “Ligel hemû kêmaniyên wargehê jî personelên k udi sala 2010’an de destûr dan vekirina wargehê, di rapora ji aliyê 4 mufetîşan ve hatiye amadekirin de hatiye tesbîtkirin ku belgeyên xweliber girtina şewat û erdhejan keme. Ligel ku ev ji Midûryeta Perwerdehiya Neteweyî ya Edeneyê re hatiye ragihandin jî rayedarên ku tiştek nekirine, ligel di raporên koma agirkuj de kêmbûn heye jî Midûryeta Perperdehiya Neteweyî ya Aladagê peywira xwe na aniye cih em dixwazin derbarê wan de jî tahkîkat bê kirin û tevlî dosyayê bikin.”