Belavkarên rojnameyê ji girtîgehê derketin 2017-02-21 13:41:05 AMED - Belavkarên rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê ve hat girtin, ên di girtîgehê de bûn Ferît Toprak û Arap Turan duh êvarê hatin berdan Belavkarên rojnameya Azadiya Welat a bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hate girtin ên di 28'ê Tebaxa 2016'an de hatibûn binçavkirin ên bi navê Arap Turan û Ferît Toprak duh êvarê ji girtîgehê hatin berdan. Parêzeran ji bo girtîbûna belavkarên ku 6 meh in di girtîgehê de ne serlêdana tehliyeyê ye Dadgeriya Cezaya Sulhê kiribûn. Dadgehê biryara bêyî girtî bên darizandin da. Herdu belavkarên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê bû duh bi şev hatin berdan.