Atalan: Gelê Kurd bi girtin û kuştinê paşve gav navêje 2016-11-23 09:26:43 MÊRDÎN - Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan diyar kir ku, AKP dixwaze bi girtin û binçavkirinan têk biçe, lê çiwa li Kobaniyê gelê kurd DAÎŞ'ê gav bi gav têk biriye, wê li Bakûr jî gelê kurd AKP'ê gav bi gav têk bibe û wiha got: "Bi dehan bigrin, wê bi dehan werin şûna wan, bi dehan bikujin, wê bi dehan werin şûna wan. Bi girtin û kuştinan gelê kurd tu caran paş ve gav nehavêtiye, navêje jî." Li navçeyên Mîdyat, Dêrîk, Nisêbîn, Kerboran, Stewrê, Mehsêrtê û Qoserê, Artûklû yên Mêrdînê di nav du heftan de bi sedan rêveber û endamên DBP û HDP'ê hatin binçavkirin û girtin. Piştî ku Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk di 17'ê mijdarê de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywir hatibû girtin û li şûna wî Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman wekî qeyûm hat tayînkirin, Turk û Hevşaredarê Artukluyê Emîn Irmak jî di nav de 22 kes hatin binçavkirin. Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan der barê binçavkirin û girtinên li Mêrdînê de axivî û wiha got: "AKP li dijî kurdan li qadên, aborî, sîyasî, huqûqî û brokrasiyê de şerek mezin daye destpêkirin. Ev şer berdewam dike. Piştî êrîşa li dijî vîna Wanê, Amedê ev car jî êrîşî îradeya Mêrdînê kirin. Bi sedan kes binçavkirin û girtin." Atalan anî ziman ku, AKP bi binçavkirina Ahmet Turk re dixwaze tirsa xwe li ser gel mezin bike, lewra tu kes texmîn nedikir ku wê Turk bê girtin û wiha domand: "Di nav hefteyekê de tevî Ahmet Turk bi sedan rêveberên DBP û HDP'ê û siyasetmedar ji aliyê AKP'ê ve hatine binçavkirin. Turk ê ku temenê wî 74 sal e û jiyana xwe di oxira aştiyê de daye jî bû hedefa AKP ya ku şerê faşîzan daye destpê kirin. Darbeya ku ji aliyê AKP'ê di 15'ê Tîrmehê daye destpêkirin niha li Mêrdînê berdewam dike." Atalan diyar kir ku, Hevşaredariyên Mêrdînê Ahmet Turk û Febrûniye Akyol bi dengê kurd, suryanî, erep, êzîdi û ermeniyan hatine hilbijartin û wiha got: "Şaredariya ku bi pirbawerî û çandî hatiye hilbijartin, dixwazin bi qeyûmê û girtinan wê ji holê rabikin. Lê tu caran nikarin wê ji holê rabikin." 'BI DEHAN BIKUJIN, WÊ BI DEHAN WERIN ŞÛNA WAN’ Atalan dest nîşan kir ku, diroka kurdan nîşandaye ku bi binçavkirin, girtin û kuştinan tu caran gelê kurd paş ve gav nehavêtiye û wiha dawî lia axftina xwe anî: "Bi dehan bigirin wê bi dehan werin şûna wan, bi dehan bikujin wê bi dehan werin şûna wan. Bi girtin û kuştina gelê kurd tu caran gav nehavêtiye, navêje jî. AKP bi van êrîşan dawiya xwe nêz dike. Çawa li Kobaniyê gelê kurd gav bi gav DAIŞ'ê têk biriye, wê li Bakur jî gelê kurd AKP'ê gav bi gav têk bibe."