Çalakiya jinên girtî encam girt 2017-02-21 15:09:50 MÊRSÎN - Jinên girtî yên li Girtîgeha Jinan a Tarsusê li dijîn binpêkirinên mafan li girtîgehê çalaki dabûn destpêkirin û çalakiya wan bi encam bû. Rêveberiya girtîgehê paşde gav avêt û daxwazên girtiyan qebûl kirin. Jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa C a Jinan a Tarsûsê ku her tim bi binpêkirinên mafan tê rojevê, ji bo binpêkirinên mafan ên bi OHAL’ê re zêde bûne şermezar bikin beriya mehekê biryar dabûn ku dernekevin hevdîtinan. Daxwaza jinên ku diyar kirin ger daxwazên wan pêk neyên dê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatin qebûlkirin. Di encama çalakiya jinan de ji aliyê Wezareta Dadê ve li girtîgehê lêkolîn hat destpêkirin û bersiv ji serlêdana Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Mêrsînê jî hat dayîn. Di bersivê de hat gotin li girtîgehê lêkolînên pêwîst hatine kirin, di encama lêkolînan de ji bo binpêkirinên mafan ên hatine tesbîtkirin bên derbaskirin hevdîtinên pêwîst hatine kirin. Hat zanîn k udi encama çalakiya jinan de rêveberiya girtîgehê paşde gav avêtiye, li gorî agahiyên hatine bidestxisitn ji 90 jinên k udi kawişa 40 kesî de tên girtin kawişek nû hatiye vekirin. Her wiha astengiyên li pêşiya mafên çandî û civakî yên jinan hatine rakirin, dê rêveberiya girtîgehê hevdîrinên temsîlî yên li ser navê jinan qebûl bike û dê hevdîtinên takekesî bêyî daxwaz û biryara jinan neyê kirin. Hat diyarkirin ku di mijarên rakirina qedexeya hevdîtina jinan, di lêgerînan de amadebûna gardiyanên jin û dema lêgerînan de leşker li korîdoran nayên bicihkirin de jî lihev hatin pêk hatiye. Astengiyên li pêşiya derxisitnan jinan a hewşê hatine rakirin û dê serê hewşê neye girtin. Di encama peymanê de jinan çalakiya xwe bi dawî kirin û jinan diyar kir ku ger pêkanîn dubare bibin ewê dest carekdin dest bi çalakiya xwe bikin.