Îdrîs Baluken hat binçavkirin 2017-02-21 14:22:41 ENQERE- Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Baluken ku der barê wî de biryara girtinê hat dayîn, di derketina nexweşxaneyê de hat binçavkirin. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê ku di 30'ê Çile de hat berdan, der barê wî de dîsa biryara girtinê hat dayîn. Piştî biryara girtinê hat dayîn, Baluken dema ji nexweşxaneyê derdiket hat binçavkirin. Hate hînbûn ku Baluken birine Edliyeya Enqereyê û ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enreqereyê ve îfadeya wî bê girtin. BIRYARA GIRTINÊ Der barê Baluken de 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê di doza ku 30'ê çileyê hatibû dîtin de biryara tehliyeyê dabû. Piştî biryara tehliyeyê dozgeriyê serî li dadgehekî jor kir û îtiraz kir. 1'emîn Dadgeha Cezeya Giran a Amedê îtiraz nirxand, der barê Baluken de di 17'ê Sİbatê de Biryara girtinê da. DER BARÊ DOZÊ DE Baluken bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Çewlîgê ve di 4'ê Mijdara 2016'an de li Navenda Giştî ya HDP'ê ya li Enqereyê hatibû binçavkirin û anîbûn Çewlîgê. Baluken li Çewlîgê ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin û biribûn Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê. Baluken ji ber axaftinên xwe yên di civînên Kongreya Civaka DEmokratîk (KCD) kiriye tê sûcdarkirin. Der barê Baluken de cezeya muebeta giran û 18 sal ceza tê xwestin. BIRYARA BALBAY 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Çewlîgê ku der barê dosyaya Baluken de biryara "bêreyetiyê" dabû, dosya şandibû Amedê. 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê di 30'ê çileyê de der barê Baluken de biryara tehliyeyê dabû. Di hinceta dadgehê de biryara ku Dadgeha Qanûna Bingehîn di 3'yê kanûna 2013'an de ji bo parlamenterê CHP'ê Mustafa Balbay a ji ber ku parlementer e wekî emsal nîşan dabû. Baluken bi şerta kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat hatibû berdan. Doz taloqî gulanê hatibû kirin.