Li Stenbolê 4 kes hatin girtin 2017-02-21 15:22:31 STENBOL - Li Stenbolê ji siyasetmedarên ku hatin binçavkirin ji 4 kes hatin girtin. Li Stenbolê jê zarok 56 endamên TJA, HDK, HDP û DBP'ê di 9'ê sibatê de hatin binçavkirin derxistin dozgeriyê. Ji kesên ku piştî îfadeya dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin Ridvan Yavaş bi şerta kontrola edlî hate berdan, Celalettîn Yilmaz û Fatîh Tufencî bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin. Rêveberê HDP'ê ya Stenbolê û berdevkê çapenemiyê Suleyman Başer ê beriya hefteyekî hate binçavkirin jî serê sibehê derxistin dozgeriyê. Başer ê piştî îfadeyê sewqî dadgehê hat kirin bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hat girtin. Şener Yildirim ê ku di nava siyasetmedarên hatibû binçavkirin de bû piştî hat berdan ji ber ku der barê wî de lêpirsînekî din hebû şandin emniyetê ji vir jî sewqî dadgehê hat kirin. Yildirim ji aliyê dadgehê ve hat girtin.