Însiyatîfa Zimanê Kurdî: Em ê ji bo ziman û nirxên xwe bêjin ‘Na’ 2017-02-21 15:52:36 AMED - Endamê Însiyatîfa Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman û Çanda Kurdî, Halîl Taş got ku ew ê zimanê xwe bikin bingeha stûna jiyana xwe û wiha got: “Di hemû qadên jiyanê de em bi zimanê xwe biaxivin. Em her tim xwe bispêrin çanda xwe û nirxên xwe. Em ê tifaqa xwe bikin yek û di referanduma 16’ê Nîsanê de bibêjin ‘Na.’ Dê ev rojên reş û rojên dijwar derbas bibin. Dê zordarî û faşizm têk biçe, azadî bi ser bikeve.” Însiyatîfa Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman û Çanda Kurdî, bi munasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Salona Konferansa Vedat Aydin a rêxistina DBP’a Amedê civîna çapemeniyê li darxist. Daxuyanî bi beşdariya rêveberên KCD, TJA, DBP, HDP, endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê, gelek sazî û rêxistinên sivîl û gelek welatî pêk hat. Li salona daxuyaniyê pankarta “21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz be” hat daliqandin û sloganên “Bê ziman jiyan nabe”, “Zimanê me rûmeta me ye” û jin û dayikan jî bi tîlîliyan vê rojê pîroz kir. Daxuyanî bi zaravayên Kirmanckî û Kurmancî hat xwendin. Daxuyaniya kirmanckî endama Însiyatîfê Ayşe Nawroz û daxuyaniya kurmancî jî endamê Însiyatîfê Îbrahîm Halîl Taş xwend. ‘GELÊ KURD HER TIM ZIMANÊ XWE PARASTIYE’ Taş di destpêka daxuyaniyê de dîroka vê rojê bibîr xist û got ku UNESCO di 1999’an de ev roj ji bo bîranîna kesên li Pakîstanê hatin qetilkirin wek Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê daye îlankirin. Taş destnîşan kir ku ji damezrandina Komara Tirkiyeyê heta îro dewleta Tirkiyê tu car gelê kurd bi nasnameya wî, bi zimanê wî, bi çanda wî wek gelekî û xwediyê vî welatî qebûl nekiriye û got ku dewlet her tim xwestiye kurdan asîmîle bike, bihelînin û tune bikin û bi vê şêwaza hovane pirsgirêka kurd çareser bikin. Taş da zanîn ku tunekirina fîzîkî û çandî tu car ji rojeva dewletê derneketiye û wiha got: “Lê belê kurd jî tu car li ber polîtikayên wan ê hovane serî netewand. Berxwedaneke bêhempa nîşan dan, têkoşiyan bedelên gelek giran dan û xwe, çanda xwe û zimanê xwe yê pîroz parastin û gihandin vê serdama îroyîn.” Taş anî ziman ku di zagonên dewleta Tirk de tu maf ji bo gele kurd nehatiye dayîn û wiha axivî: “Hin guhertinên biçûk hatin çêkirin. Wek dersên hilbijarî, wek di hin zanîngehan de avakirina beşa zimanên zindî û hwd. Mafê gelê lurd ên rewa, ên xwezayî, ên demokratik di asta herî nizim de dan wan. Di van gavavêtinên biçûk de jî dewlet ne dilsoz bû. Ji gelê kurd re wek alternatîfa perwerdehiya bi zimanê dayîkê nişan dan.” ‘SAZÎ Û DESTKEFTIYÊN ME BI DARÊ ZORÊ HATIN GIRTIN’ Taş bibîr xist ku di pêvajoya dawî de gelek sazî û dezgehên ku xizmeta zimanê kurdî dikirin hem li heremê û hem jî li bajarên Tirkiyê derveyî hiqûq û qanûnan hatin girtin û wiha domand: “Îro em di pêvajoyeke dijwar de derbas dibin. Di bin şert û şûrtên awerte de dijîn. Ji aliyekî deriyê hemû sazî û dezgeyên me yên ziman û çandê hatin morkirin. Destkeftiyên ku di vî warî de gelê kurd bidest xistibûn, bi darê zorê şûn de hate girtin. Wekîlên me yek bi yek davêjin zîndanan. Rewşa Rojava. Dixwazin statuya ku gelên Rojava bidest xistine têk bibin.” ‘EM Ê JI BO ZIMANÊ XWE BIBÊJIN NA’ Taş di dawiya daxuyaniya xwe de bang li gelê kurd kir ku bi rûhê seferberî xwedî li sazî û zimanên xwe derbikevin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li gelê xwe dikin û dibêjin; baweriya olî, siyaset, mezheb, kar û bar çi dibe bila bibe statuya wan a civakî çi dibe bila bibe, ên ku civakê ber bi hev tîne û me dike wek hev ziman û çand e. Ji ber vê yekê em tu car parastina ziman û çanda xwe paşguh nekin. Em zimanê xwe bikin bingeha stûna jiyana xwe. Di hemû qadên jiyanê de em bi zimanê xwe biaxivin. Em her tim xwe bispêrin çanda xwe û nirxên xwe. Em ê ji bo azadiya xwe, zimanê xwe, çanda xwe, ji bo pergaleke demokratik ku kurd jî xwe tê de bibîne, em ê rêxistina xwe xurt bikin. Em ê tifaqa xwe bikin yek û di referanduma 16 ‘ê Nîsanê de bibêjin ‘Na.’ Ew ê van rojên reş û rojên dijwar derbas bibin. Ew ê zordarî û faşizm têk biçe. Ewê azadî bi ser bikeve.” ‘DIVÊ HEMÛ JIYAN BI KURDÎ BE’ Piştî daxuyaniyê Endamê Dîwana Serokatiya KCD’ê Musa Farisogullarî jî axivî û diyar kir sitûna sereke ya jiyanê zimane e û wiha got: “Dema sitûn hat windakirin civak jî tê tunekirin. Civak bi zimanê xwe dikare hebûna xwe nîşan bide. Sed sale dewletên serdest piranî li ser qedexe kirina çand û ziman disekînin. Dive hemû jiyanê de bi zimanê xwe bijîn, tû kes nikare civak tûne bike.” Piştî Farisogullarî, Hevserokê DBP’a Amedê Zekî Baran jî axaftinek kurt kir û bal kişand ser rol û rista zimanê kurdî û bang li gelê kurd kir ku xwedî li zimanê xwe derbikeve. Civîna çapemeniyê bi lîlandin û berzkirina sloganan bi dawî bû.