Şahid got 'ez nas nakim' lê dadger 16 sal ceza da 2016-11-23 09:28:07 AGIRÎ - Kesê bi navê Î.T. ê ku di doza Hevserokê SES'ê yê Agiriyê Recep Altindag û endamê sendîkayê Mehmet Saît Dogan de hate guhdarkirin di îfadeya xwe de ji bo Altindag got "ez nas nakim" û ji bo Dogan jî "wekî ku min dîtiye" jî dadger bi tevahî 16 sal û 3 meh ceza da. Di 9’ê Sibata 2016’an de li Agiriiyê bi îdîaya “endamên rêxisrtinê ne” Hevserokê SES’ê yê bajar Recep Altindag û endamê sendîkayê Mehmet Saît Doğan hatibûn binçavkirin û di doza ku 17’ê Mijdarê li Bazîdê hat dîtin de 10 sal cezayê girtîgehê li Altindag û 6 sal û 3 meh li Dogan hat birîn. ŞAHID GOT ‘NASNAKIM’ LÊ 10 SAL CEZA DA Altindag ku li Girtîgeha Tîpa T a Erziromê dimîne, bi îdîayên li Çiyayê Agiriyê tevlî çalakiya mertalên zindî bûye û endamên rêxistinê tedawî kirine tê sûcdarkirin, her wiha di çarçovenay dadgehê de kesê bi navê Î.T. yê ku wekî şahid lê hat guhdarkirin, da zanîn ku wî Altindag qet ne dîtiye û wî nas nake. Ligel gotinên şahid dadgehê 10 sal cezayê girtîgehê da Altindag. ÎFADEYÊN NEŞÊNBER WEKÎ DELÎL NÎŞANDAN Derbarê M. Saît Dogan ê ku ji 24’ê Sibatê were li Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê tê ragirtin jî hat îdîakirin ku di amûrên li Çiyayê Agiriyê hatine dîtine de navê wî wekî “tendirûstvan” derbas dibe û ev wekî delîl hatin nîşandan. Î.T. ê wekî şahid lê hat guhdarkirin, ligel îfadeyên wî yên wekî ‘dibe ku min dîtibe’ yên ne net Dogan bi îdîaya “endamê rêxistinê ye û alîkarî daye” hat darizandin û 6 sal 3 meh cezayê girtîgehê jê re hat dayîn. DU CARAN JI PEYWIRÊ HAT GIRTIN Dogan di nava 13 endamên SES’ê yên ku ji ber kul i Agiriyê tevlî çalakiya şermezar kirina qetlîama Pirsûsê bûne ji kar hat durxistin, carek din bi biryarnameya KHK’ê ji kar hat durxistin.