Ji bo Xerabê Bava heya serê sibê nobet 2017-02-22 07:56:48 MÊRDÎN - Heyeta ku destûr nayê dayîn biçin gundê Xerabê Bava heya serê sibê ligel sermaya zêde nobet girtin. Heyeta ku di nav de Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven, parlementerên HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Erol Dora, Cîgira Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Gulcîhan Şîmşek, welatiyên ku xizmên wan li gundê Xerabê Bava ne piştî astengkirina leşkeran a duh heya serê sibê li Gundê Hatxê nobet girtin. Piştî ku tarî ket erdê heyetê agir vêxist û ji danê êvarî heta serê sibê nobet girtin. Her çiqas leşkerên ku heyet asteng kirine xwestin destûrê nedin nobeta heyetê jî nekarîn vê yekê asteng bikin. Dayîkên ku tevlî nobetê bûne heya serê sibê li ber agir stran gotin. Leşkerên ku xwe li ber stranên dayîkan negirtin xwestin bi sirûdên nijadperest dengê dayîkan qut bikin. Sekna heyetê ya nêzî 15 kîlometre nêzî gundê Xerabê Bava berdewam dike.