‘Pêşnûmeya Qanûna Bingehîn li dijî Peymana Medineyê ye' 2017-02-22 09:22:49 STENBOL - Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat Abdulhakim Daş, diyar kir ku ev pêşûneya tê amaedkirin xizmeta çareseriya pirsgirêka kurd û demokrasiyê nake û ji ber vê yekê ew dibêjin "Na". Serokê DİAY-DER'ê Ekrem Baran jî anî ziman ku ev pêşnûma li dijî Peymana Medineyê ye û xwest peyman li gorî Peymana Medineyê bê amadekirin. Bertek û nerazîbûnên li dijî pêşnûneya Qanuna Bingehîn zêde dibin. Hêz û rêxistinên ku di referandumê de dengê "Na" bikar tinin bertekên xwe nîşan dan û diyar kirin ku dê bêjin "Na." Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat Abdulhakim Daş, diyar kir ku ev pêşûneya tê amaedkirin xizmeta çareseriya pirsgirêka kurd û demokrasiyê nake û ji ber vê yekê ew dibêjin "Na". Daş, anî ziman ku qanûna bingehîn a 12'ê Îlonê bersîv nade pêdiviyên civakê û wiha got: "Di guhertina bê kirin de çareseriya pirsgirêka kurd tune ye. Daş, anî ziman ku çend guhertin çêbûn jî tu carî ji ruhê 12'ê Îlonê dûr neketine û wiha got: "Qanûna ku niha bê guhertin di 12'ê Îlonê de jî wisa nehatibû cesaretkirin. Qanûna niha bê guhertin ji ya 12'ê Îlonê wêdetir e." Daş, bal kişand ser pirsgirêka demokrasiyê û wiha got: "Ger ku di referandumê de "Erê" derkeve dê hemû erk têkeve destê Serokomar. Erka darazê dê têkeve destê Serokomar. Divê daraz li gorî pîvanên civakê û bê alî tev bigere. Ev guhertina qanûnê li şûna Tirkiye pêş bixe dê Tirkiye paşve bibe." 'DI REWŞA OHALÊ DE ERÊ DERKEVE NE REWA YE' Daş, da zanîn ku ev qanûn dê rê li pêş yek zilam û yek rêveberiyê veke û wiha got: "Em li dijî vê yekê ne. Ji ber vê yekê em dibêjin "Na" Tirkiye welatekî pir ziman, pir çand û pir nasname ye. Di aliyê bawerî û çandê de pir alî û pir rengî ye. Divê guhertin û rastkirina Qanûna Bingehîn li gorî rewşa nasnameya civakan û parastina nafê civakan bê amadekirin. Niha perwerdehiya zimankî zikmakî yê kurdî hatiye qedexekirin. Li şuna demokrasiyê pergala yek zilamtiyê diparêzin. Hêj di qanûna bingehîn de her kes wekî tirk tê dîtin. Li Tirkiye ji bilî tirkan nasnameyên din nayên naskirin û mafê wan nayê dayîn. Ger ku d van şertan de Erê derkeve ne rewa ye. Ji ber ku di bin tundî û zextan de referandum pêk tê." 'ERÊ DÊ KAOSÊ BÎNE' Daş, destnîşan kir ku dê bêjin "Na" û wiha got: "Ger ku Erê derkeve dê kaos û şer bi xwe re bîne. Ji ber ku ev qanûn ji aliyê gelê Tirkiye ve nayê amadekirin. Ev xizmeta aştî, demokrasiyê nake. ‘Erê' rê alozî, kaos û tevliheviyê zêde bike. Ji bo vê yekê divê her kes bêjin "Na" 'EV PÊŞNÛMA NE LI GORÎ MEDÎNE YE' Serokê DÎAY-DER'ê Ekrem Baran jî anî ziman ku ev pêşnûma li dijî Peymana Medineyê ye û xwest peyman li gorî Peymana Medineyê bê amadekirin. Baran, anî ziman ku di bîrdoziya bawerî û olan de azadî, aştî, aramî, wekhevî û edalet heye û wiha got: "Ol cudahiyê naxe nava ziman, nasname û rengan. Di baweriyan de her netew û civak azade ku nasnameya xwe bijî. Ji ber vê yekê em mînaka Peymana Medine didin. Li Medînê Cuhî, misliman û gelek nasname û rengên din bi hevre dijiyan. Her kesî ziman, nasname û çanda xwe azad dijî. Aliyê hevbar di bin baneyê peymanê de dibûn yek. Ev ne qedera gelê Rojhilata navîn e. Îro ne tenê kurd, her wiha ereb, turkman, asûrî, suryanî li ser vê axê dijîn. Bi vê qanûnê dixwazin deng, bawerî, civak û nasnameyên din tune bikin. Ev polîtîkaya înkar, îmha û tunekirinê ye. Tune hesibandin e. Li gorî baweriya me û pirtûka pîroz Kuranê tiştekî wisa tune ye. Li gorî pirtûka pîroz heq û hiqûqa her kesî heye." LI DIJÎ ÎSLAMA RASTÎ NE Baran, destnîşan kir ku ev Qanûna Bingehîn a tê amadekirin li dijî îslama rastîn e û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji bo ku zilm, dîktatorî û zordestî bi ser nekeve divê her kes di referandumê de bêjin "Na" Ji bo mirov neyên kuştin, goristan neyên xerakirin, edalet cihê xwe bibîne divê her kes edaletê biparêzin. Divê her kes li dijî zilmê bêjin "Na" Ger ku li cihekî înkar hebe li wir îmha jî heye. Divê her kes li dijî zilmê têbikoşe. Ev deynê xwedê ye. "Erê" erekirina zilmê ye. Divê her kes li dijî "Erê" û zilmê têbikoşe. Divê her kes li gorî hurê Peymana Medînê tev gere û ji bo vê yekê têbikoşe. Xwedê tu carî înkara reng, netew, ziman û çandên cuda nekiriye. Ger ku pirtûka xwedê qebûl dikin wê demê çima li dijî pirtûka xwedê derdikevin. Ev qanûn li dijî emrê xwedê û peymana Medînê ye. Ji ber vê yekê divê her kes li dijî vê peymanê bêjin 'Na'.