Welatiyê ji sedî 92 astendare, 4 roj in di bin çavan de ye 2017-02-22 09:26:47 RIHA - Welatiyê ji sedî 92 astengdar Aziz Kanar ê piştî teqîna li Wêranşarê hat binçavkirin, 4 roj in di bin çavan de ye. Bavê Kanar, Halil Kanar bertek nîşan da û got: " "Kurêmin bi tena serê xwe nikare li ser piyan bisekine, lê 4 rojin di bin çavan de ye." Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê, di 17'ê Sibatê de li dijî lojmanên dadger û dozgeran êrîşeke bombeyî pêk hatibû. Polîsan piştî êrîşê bi ser gelek malan de girt û serdegirtina malan didome. Di 2 rojên dawî de, li navçeyê 44 kes hatin binçavkirin û di nav de Aziz Kanar ê ji sedî 92 berasteng jî heye. Kesên hatine binçavkirin, hîn jî li Şaxa TEM'ê tên girtin. Bavê Kanar, Halil Kanar diyar kir ku, kurê wî bi tena serê xwe nikare gora xwe jî têxe lingên xwe û wiha got: "Ber destê sibehê polîsan bi şid li deriyê me xist û ketin hundir. Çek xistin serê min. Li Aziz pirsîn, Aziz dirêjkirî bû. Min got, binihêrin vaye Aziz ev e. Li malê geriyan, lê belê tiştek nedîtin. Lêgerîna li malê sibehê saet di 6 û nîvan de qediya. Li ber deriyê me du motosîklet hebûn. Her du jî birin. Me Aziz û xist erebeyê." 'AZIZ JI SEDÎ 92 BERASTENG E' Kanar, diyar kir ku li Wêranşarê piştî her bûyerê kurê wî yê berasteng jî tê binçavkirin û li dijî vê rewşê wiha bertek nîşan da: "Di 2001'ê de Azîz qezayek derbas kir û stuyê wî şikiya. Ji sedî 92 berasteng e û rapora wî jî heye. Li Nexweşxaneya Zanîngeha Çûkûrovayê emeliyat bû. Ji ber stuyê wî şikiya nikare bedena xwe jî bilivîne. Hemû wucûda wî bê fonksiyon e. Heta tu nan nediyê nikare bi xwe bixwe. Tu avê nediyê nikare bi xwe bixwe. Bi tena serê xwe nikare biçe lawaboyê. Em serê wî dişon, traşa wî dikin. Bi tena serê xwe nikare gora xwe jî têxê lingên xwe. Kesekî wisa bin çav kirine." BERÊ JÎ HATIBÛ BINÇAVKIRIN, DOZGER EW BERDA Kanar, got di civaka medyayî de hesabê kurê wî tune ye û berê jî gelek caran hatiye binçavkirin û wiha domand: "Berê jî hatin ew bin çav kirin. Kompîturên li malê jî biribûn. Çawa dozger ew dît serbest berda. Berê jî hatin, çek spartin Aziz û ew biribûn. Dîsa teqîn çêbû û dîsa hatin mala me, Aziz birin. Li mala me kesekî ciwan tune ye. Zarok heye, ew jî berastengê zihnî ye." 'DAWÎ LI VÊ ZILMÊ BÎNIN' Kanar, got wî ji polîsan hinceta serdegirtinê pirsiye û got wiha axivî: "Ji min re gotin mala we, mala rêxistinê ye. Wek delîl jî mala min û klîma li malê nîşan dan. Gotin, tu van pereyan ji kuderê tînî. dixwazim hemû cîhan vê zilmê bibîne. Dixwazim parlementer Osman Baydemir û İbrahim Ayhan tevî raporê berpêşî meclîsê bikin. Bila bibêjin ev şerma we ye. Kurê min berastengê zihnî ye, dê çawa endamê rêxistinê be."