‘Xerabê Bava, berê jî hat şewitandin dev ji vê polîtîkaya xwe berdin' 2017-02-22 09:27:27 AMED - Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Raci Bilici, têkildarî gundê Xerabê Bava yê bi rojan e qedexe ye û destûra têketina wê nayê dayîn bi bîr xist ku, di salên 90'î de jî di bin navê polîtîkayên "ewlehiyê" de heman gund hatiye şewitandin û tu encam nehatiye wergirtin. Bilici, bang kir û got, divê demildest dev ji vê xeletiyê bê berdan. Li gundê Xerabê Bava yê Nisêbîna Mêrdînê bi "qedexeya derketina derve" ya di 11'ê Sibatê de hat îlankirin re dorpêçkirin didome. Alîgirê Serokê Giştî yê ÎHD û Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Raci Bilici yê ji bo binpêkirinên mafan ên ji ber dorpêçkirinê li cih raçav bike di nav heyeta ber bi gund ve çû de cih girt û ji aliyê leşkeran ve hat astengkirin, pêkanîn heyî nirxandin. Bilici, anî ziman ku ji ber qedexeya derketina derve didome ew niznin çi diqewime û got, ew ji rewşê bi şik û guman in. ‘TIŞTÊN LI GUND DIQEWIMIN WEHÎM IN' Bilici, anî ziman ku beyan û gotinên kesên ji gund derketine dibêjin gelekî wehîm in û ragihand ku, agahiyên wek li gund kesên jiyana xwe ji dest dane hene, mal tên şewitanin, tî û birçî tên hitin, nikarin derkevin derve, bi awayekî tenduristiyane nikari pêwendiyê deynin gihaştine berdestê wan. Bilici wiha axivî: "Me jî got, rastî nêzîkatiyên kirêt tên û tên îşkencekirin. Me xwest em li cihê cih tespîta van tişatn bikin, lê mixabin tu kes ji bo me nebû bersiv û ji ber astengiyê em neçar man vegerin. Heke qedexeya derketina derve biqede em ê careke din jî biçin. Çi bûye, çi qewimiye, em ê li cihê cih bibînin. Me bang kir, niha jî em bang dikin. Divê demildest dawî li vê qedexeya derketina derve bê." ‘DIVÊ DEMILDEST DAWÎ LI QEDEXEYÊ BÊ' Bilici, got bêyî qedexe bibe sedema texrîbateke zêde, windahî û binpêkirina mafan, divê bê rakirin. Bilici wiha axivî: "Li wir em gihaştin vê qinyatê. Dewletek hêza xwe nîşan dide. Em dibînin ku hêzên dewletê bi mantiqa 'Ez li vir im û tişta bivê ez ê bikim' nêz dibe. Halbû nêzîkatiyeke bi vî awayî nayê wateya hêzdariya dewletê. Bereksê vê, ev tam zafitek e. Operasyon bûye û qediyaye. Bi cezakirina gundiyan re, bi feraseta dersdayînê hûn nikarin pirsgirêkan çareser bikin. Yanî tişta me dît ev e ku wek dê dewlet li wî gundî û gundên hawirdorê bi vî awyaî nêz bibe. Heke ne wisa bûna diviya destûra me bihatana dayîn. Têkildarî vê hin îdia hene. Ev îdia ne wek ên di çapemeniyê de derketine holê. Werin lêkolîn bikin. Me li vir, îstixbarata hin unsûrên derqanûnî wergirtin, em hatin û qediya. Li tu gundiyî, li tu deverê an jî li tu însanî muameleyeke nebaş nekirine. Me di çarçoevya pîvanên huqûqê de operasyonek kir. Û em ji operasyonê jî vedikişin. Diviya wisa bihatana gotin, lê mantiq ne ew e. Operasyoneke lis er esasên eczakirinê ye. Ev jî bi awayekî cidî me nerihet dike. Û em bi şik gûman in." ‘MANTIQA DEWLET QET NEGUHERÎ' Bilici, diyar kir ku ew mantiqa li gundên di salên 90'î de hatin şewitandin û rûxandin, îro hîn bêtir tê sepandin û dest nîşan kir ku, li gor îfadeyên şahidên ji herêmê tên, rêbaza tê sepandin jî heman rêbaz e. Bilici wiha axivî: "Heman sepandin heye. encam jî heman encam e. Em dibînin ku ev feraset didome. Ev jî vê nîşanî me dide. Konseptek heye. Çarçoveyên polîtîkayên ewlehiyê hatine xêzkirin. Em dibînin ku, dê bi vî awayî nêzî hemû pirsgirêkan bibin û asta taxrîbatê çi dibe bila bibe, bes em hêza xwe nîşam bidin. Yanî bi vê nêzîkatiyê nêz dibin. Niha dişibin salên 90'î, di wan salan de jî qedexeyên derketina derve hebûn. Lê niha tenê ferqek heye, di wan salan de qedexeya derketina derve ewqas dirêj nediajot. Li vir demek dirêjd iajo. Di salên 90'î piştî operasyonan, dîmena em rastî wê dihatin û ya niha heman dîmen e. Dîsa mal dihatin şewitandin, mirov rastî îşkence û nêzîkatiyên kirêt dihatinheywan dihatin telefkirin, zexîreyên bingehîn bi temamî dihatin tunekirin, dihatin belavkirin. Niha jî me ev dît. Ya tê gotin ew e." Bilici, diyar kir ku ew piştî qedexeyê teqez wek rêxistinên civaka sivîl, mafên mirovan, partiyên siyasî û saziyên jinan biçin wê derê û got, teqez dê tiştên hatine jiyîn derkevin holê. ‘ÇIMA VENAKIŞIN?' Bilici, got hema bêje hemû kesên gund hatine binçavkirin û wiha axivî: "Ev gund di salên 90'î de jî hatiye şewitandin. Dîsa hatiye şewitandin, hatiye rûxandin û li mirovan heman zilmê hatiye kirin û wan neçar hiştine ku ji warên xwe koçber bibin. Îro li Tirkiyeya 2017'an jî heman rêbaz heye. Ew gund dîsa tê şewitandin û bi dehan mirov rastî heman muameleyê tên. Kesên jiyana xwe ji dest dane hene, yên hatine îşkencekirin û binçavkirin hene. Ne diyar e ku dê ev bên girtin an neyên girtin jî. Û em nizanin dê aqûbeta wî gundî çi be jî. Ji ber vê çi qas bê dubarekirin bila bê dubarekirin, lê taliyê rêbaz heman rêbaz e û dê tu encam jî jê neyên wergirtin."