Li Xerabê Bava tevgera helîkopter û heronan 2017-02-22 09:33:41 MÊRDÎN - Li gundê Xerabê Bava ya ku 12 roj in di bin dorpêçê de ye tevgera heron û helîkopteran heye. Li gundê Xerabê Bava ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dorpêç kete roja 12'emîn. Li asîmanên gund bênavber heron difirin, serê sibehê jî tevgera helîkopteran dest pê kir. Helîkopterên ku li ser gund firiyan piştre ji herêmê veqetiyan. Li derûdora gund heron difirin.