Gergerlîoglu: Ger em bi xebitin dê ji referandumê ‘Na’ derbikeve 2017-02-22 13:12:05 KOCAELÎ - Dr. Omer Faruk Gergerlîoglu di ku taştêya HDP’ê ya ji bo piştgiriya kesên hatine îxraçkirine daye de axivî diyar kir ku ger ew di referandumê de tembeliyê ne kin dê “Na” derbikeve û wiha got: “Çiyayê berfê yê AKP’ê êdî dihele. Derketin lûtkeyê û niha tên xwarê ji ber vê divê em pir bixebitin.” Rêxistina HDP’ê ya Kocaeliyê, bi armanca piştgirî bidin akademîsyenên ji KHK’ê ji Zanîngeha Kocaeliyê û kedkarên hatine îxrackirin civîna çapemeniyê ya bi taştê li darxist. Piştî taştê li ser navê akademîsyenan Prof. Dr. Nîlay Etîler, axaftinek kurt kir û wiha got: “Em di demên zehmet re derbas dibin. Ev dem dema ku binpêkirinên, bêhiqûqî û zilmên mezin tên jiyîne. Kesên wekî me dihizirin, hîs dikin em di aliyê siyasetê de ne wek hev bin jî di rastiyê de em di heman eniyê de ne. Divê em ji vê bêhiqûqiyê re bêjin na.” 'GAV BI GAV TIRKIYEYÊ BER BI TARÎTIYÊ VE DIBIN’ Parlamentere HDP’ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman, da zanîn ku akademîsyen kesên ku welat ber bi ronahiyê ve dibinin û wiha pêde çû: “Lê mixabin ronahî gelek caran bi taybet li Tirkiyeyê di van şertan de tu wateya xwe nîne. Kesên ji tarîtiyê hezdikin her tim ji ronahiyê ditirsin. Ji bo ronahiyê tune bikin her tiştî dikin. Ev 14 sale gav bi gav Tirkiyeyê ber bi tarîtiyê ve dibin. Em bi rejîmek faşist û nijatperest ku Tirkiyeyê ber bi tarîtiyê ve dibin re rû bi rû ne. Li Tirkiyeyê berî her tiştî êrîşî qada zanistê dikin. Tene riyek me heye ew jî li ber xwe dane. Riya tunekirina tarîtiyê bihêzkirina ronahiyê ye. Dixwazin vê rejîma mirovekî bînin. Em tenê mexdûr nebûne. Tê dîtin ku dê piştî we êrîşî qadên din ên ronahiyê bikin. 16’ê Nîsanê ji bo be dîrokî ye.” 'ÊDÎ ÇIYAYÊ BERFÊ YÊ AKP’Ê DIHELE’ Piştî Adiyaman Dr. Omer Faruk Gergerlîoglu yê hatiye îxraçkirin jî bal kişand ser referandumê û wiha axivî: “Ev hilbijartin dê ji yên din cudatir be, ji ber ku gelek kesên bê biryar hene. ‘Na’ niha kêm be jî li pêşe û ji bo ‘Na’ dernekeve tu sedem tune ne. Nligel hemû xebatên dezenformasyonê jî wekî gel hêzek me jî heye. Dibe ku em ji kar hatibin avêtin, hatibin girtin lê ligel vê em hertim mafdar û bihêzin. Ger em di referandumê de tembeliyê nekin dê ‘Na’ derbikeve. Êdî çiyayê berfê yê AKP’ê dihele. Derketin lûtkeyê û niha tên xwarê. Ji ber wê divê em bihêz bixebitin.”