'Berxwedana yekîtiya gelan êrîşên DAÎŞ'ê şikand' 2017-02-22 13:35:19 TIL TEMIR - Hevparên gelê herêmê, Şervanên YPJ û YPG'ê yên li dijî DAÎŞ'ê di ber xwe dan û Tiltemir ji destê DAÎŞ'ê azad kirin, bi minasebeta salvegera rizgarkirina Tiltemirê berxwedana li dijî DAÎŞ'ê vegotin. Şervanên YPJ û YPG'ê û nûnerên saziyan diyar kirin ku wan bi berxwedana xwe dîrok nivîsand û gotin: "Ger Tiltemir nehata azadkirin DAÎŞ'ê dê kantonên Cizîr û Kobanê jî ji destê wan bigirtaya." DAÎŞ'ê saet di 04.00'ê 23'ê Sibata 2015'an de êrîşî Bajarê Til Temir û gundê wê kirin. Gundên xeta Xabûrê kirin hedef. Di vê êrîşê de zêdetirî 200 mirovên aşûrî hatin revandin. Ji bo parastina Tiltemîr, gelek şervanên YPG/YPJ’ê şerekî dijwar li dijî DAÎŞ'ê meşandin û jiyana xwe ji dest dan. Gelek endam û rêveberiyên bajêr bûn şahîdê bûyerên xemgîn. Dayikan ji şervanan re xwarin çêdikirn û gelek kes jî li ser benda kontrole disekinîn. Herkes erkek dabû ser milê xwe. Şerê ku li herêmê qawimî sê mehan dewam kir. Piştî sê mehan Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo destpêkir, di encamê vê pêngavê de Bajarê Til Temir û hemû gundewarên wê û Çiyayê Kizwanan jî ji çeteyan hat rizgaririn. Til Temir û gundên wê di 23'ê Sibata 2015'an de ji destê DAÎŞ'ê hat azadkirin û rizgarkirin. Sibê 2'emîn salvegera Tiltemîr û gundê wê ne. Şervanên YPJ, YPG û endamên sazî û dezgehên herêmê behsa vê berxwedanê kirin. Şervanên YPJ û YPG'ê diyar kirin ku ger wê demê Til Temir nehata azadkirin dê Kantona Cizîrê û Kobanê jî têketa bin kontrola DAÎŞ'ê. Ev bi berxwedana şervanan û alikariya gelê Tiltemir û gundê wê bi ser ket." TILTEMÎR MOZAÎKA GELAN E Hevserokê Meclîsa Eyaleta Til Temirê Mihemed Sayîd Şêxmûs yê bû şahîdê berxwedanê û cihê xwe li ser benda kontrole û parastina nexweşxaneya bajêr digirt wiha got: “DAÎŞ bi hemû hovitiya xwe êrîşî bajarê Til Temir û gundê wê dikir. Til Temir bi hemû pêkhateyên xwe mozaîkeke dewlemend e. Armanc û hedef ji êrîşan ew bû ku vî mozayîk ji hev bixin. Bi saya berxwedanî û lehengtiya şervanan çete nikaribûn axa Til Temir dagirbikin. Gelek beşên civakan li bajêr man û piştgirî dan berxwedanê. Piştî wê berxewdanê şervanan bi pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo, bi sedan gundên Til Temir rizgar kirin. Bi boneya salvegera 2'yemîn ya rizgarkirina bajarê xwe em, di êrîşa Til Temir de hemû dewletên ku destê wan di vê êrîşî de hebûn şermezar dikin. Em dibêjin, îro vîn û îradeya gel ya li gel şervanan vê berxwedanê bi ser xist.” LI DIJÎ ÊRÎŞAN AMADE BÛN Rêvebera Kongra Star Çinar Salih jî anî ziman ku ew di wê zanebûn de bûn ku wê çete êrişî wan bikin û wiha got: "Lê me tam nezanîbû dê kengî êrîş bikin. Min agahî da hemû saziyan ku amadekariyên xwe bikin. Ji ber ku şer giran bû. Me gelek jin û zarok ji bo ewlehiyê derxistin derveyî bajêr. Lê yên ku di bajêr de jî man her yek erkek dabûn ser milên xwe. Hinek kes parastina nexweşxaneyê dikirin û xwarin ji şervanan re çêdikirin. Çeteyan şereke pir dijwar û xedar birin ser gelê Til Temirê û gundên wê. Ez wê rojê şermezar dikim û emê li peyî şopa şervanên xwe bin. Yên ku canê xwe fedayê vê axê kirin, rûmet û pêşeroja me ne.” TILTEMIR HER DEM DI BIN ÊRÎŞAN DE BÛ Endamê Meclisa Tandrustiyê ya Kantona Cizîrê Hesen Emîn jî bal kişand ser êrîşên li ser Tiltemîrê û wiha got: “Her dem Til Temirê di bin êrîşan de bû. Bi saya berxwedana şervanan Til Temir hat rizgarkirin. Rol û erka heyva sor a kurd di van êrîşan de jî pir bû. Derfet û alavên tendîrustî ku di destên me de bûn pir kêm bûn. Ji milê dermanan de me pir zehmetî dikşand. Dema ku şervanek birîndar dibû, ji ber kêmderfetiya tenê me xwîna wî dida sekinand û dişand bajarê herî nêz. Rojavayê kurdistanê ev çend sal in di bin ambargoyê de ye. Ne derman û nejî alîkarî ji me re tê. Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin.” BIRÎNDARAN DIXWEZIN ZÛ REHET BIBIN Û DÎSA BIÇIN ŞER Endama Heyva Sor a kurd Şêrîn Îsmaîl Mihemed jî bal kişand ser şert û mercên wê demê û wiha axivî: "Tevî derfetên kêm jî me bi moraleke mezin alîkariya birîndaran dikir. Dema ku birîndar dihatin û ji me re digot 'Em dixwazin zû baş bibin û vegerim eniya şer û em naxwazin hevalên xwe bi tenê bihêlin'. Wê demê morale me pir bilind dibû. Hevî û xweseta jiyanê bi mere zêde dibû. Tevî ku nexweşxaneya me pir dûr û birîndaran jî pir zehmetî dikşand jî vê vîna şervanan em gelek bandor dikir û daxwaziya jiyanê bi mere zêde dibû.” DAYIK LI PIŞTA ŞERVANAN BÛN Dayika nanpêş ku li gel 26'e jin û dayîkan ji şervanan re xwarin çêdikirin. Semîra Şukriye jî behsa wan rojan kir û wiha got: "Di destpêkê de şervanên ku di berxwedana Til Temir de canê xwe feda kirin ez wan bibîrtînim û bejna xwe li hemberê wan ditewînim. Wê demê me jî xwarin digihand eniya şer û li birîndaran mêze dikir. Çiqasî ji me hat me alîkar da şervanan. Em bi saya berxwedana lehengan bi serketin.Em dîsa soza xwe nû dikin ku em ê şopdarên şehîdên xwe bin.” HEM NANPÊJ HEM ŞERVAN BÛ Rêveberê Firita Tim Temirê Ebd El-Baqî Miro jî behsa wan rojan kir û wiha got: "Di meha Sibatê de şerekî pir dijwar pêk hat. Bi saya şervanên azadiyê ew êrîş hat şikandin. Me jî wekî lîjneya firinê cihê xwe di vê berxwedanê de girt. Êvarê me çekê xwe radikir û li ser benda kontrolê nan jî ji bo şervanan çê dikir. Çi kesê ku destê wan di êrîşî de hebûn em bi tundî wanşermezar dikin, li hemberê dijminê kurdan çi ji me bê emê bikin.” ŞEREKÎ PIR MEZIN MEŞANDIN Şervanê YPG'ê Demhat Berxwedan ê li Gundê Xêbiş yê Yil Temirê şer kir jî ew roj bibîr anî û wiha got; "Li dibistana gund hevalên me ketin çeperên berxwedaniyeke pir mezin. Ev berxwedanî 3 rojan dom kir. Piştre ereba teqemeniyê berê xwe da dibistanê û xwe teqand. Min jî cihê xwe di vê berxwedaniyê de girt. Çeteyan dixwestin Til Temir dagir bikin. Lê bi ked û xwîna şehîdan û berxwedaniya hêzên ev hat şikandin. Ev êrîş 3 heyvan dewam kir û bi moralek pir xurt me bajêr parast û em bi ser ketin. Em şopdarê wan şehîdan e û em sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin.” TIL TEMÎR BAJAREKÎ STRATEJÎK E Şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Zîlan Canfida jî têkildarî şerê li Til Temirê kir û wiha got: "Di 23'ê sibatê de çeteyan ji gundê Xerîta heta gundê Aliya êrîşeke dijwar kirin. YPJ'ê jî bi regekî çalak di refên pêş de cihê xwe di berxwedana Til Temir de girt. Di şer de gelek hevalên me şehîd ketin. Bajarê Til Temir cihekî stratejik e. Lewma efqas êriş hatin kirin. 13 hevalên me di berxwdana Tiltemir de şehîd ketin. Ez wan bi bîrtînim û soza tolgirtina wan didim.” BI AZADIYA TIMDEMÎR YEKÎTİYA GELAN XURT BÛ Şervanê YPG'ê Zinar Rojdem ku endamê pêkhateyên erebe jî behsa berxwedaniya Til Temir kir û wiha got: "DAIŞ’ê biratiya gelan şikandin bû. Lê heza berxwedanê herkes li der û dora xwe ciovandibû. Bi yer yekîtî pêş ket. Hêzên Notoro ,YPG ,YPJ û asayiş hemû cihên xwe di vê berxwedanê de girtin. Di pêngava Ş. Rûbar Qamişlo de me çeteyan dûrî bajêr xist. Heta Çiyayê Kezwanan birin û me Bajarê Silûkê rizgar kir. Ew hevalên ku di vê pêngavê de şehîd ketine em tola wan niha di pêngava Xezeba Firatê de ra dikin.” ÊRÎŞÎ NIRXÊN AŞÛRIYAN KIRIN DAÎŞ'ê di şer de herî zêde zerar da gundên Aşûriyan. Li gundê Til Nesrî, Til Hefyan, Til Mexas, Til Mesas, Til Cedaya, Til Fêda, Til Demşîş, Til Necma, Til Baz, Til Cezîra, Til Rimana Jor û Til Rimana Jêr, Til Şama, Til Werdiyat, Til Sekra, Til Erbûş, Til Birîc, Em Xergan, Til Şemîran, Til Telaea, Tiul Goran, Til Şamiya, Til Baloaea, Til Xerîta, Til Tal, Til Mexada û Til hirmiz in. Fermandarê Hêza Parastina Xebûr Nebîl Şemaeûn jî bal kişand ser êrîşên li ser van gundan û wiha got: "Armanca çeteyan ew bû ku pêkhateyan dûrî hev bixin û Til Temir dagir bikin. Hemû hêzên ku li Bajêr cihê xwe girtin em bûn yek û me parastina axa xwe kir. Ev êrîş li ser hemû pêkhatiyan bû. Em sipasiya hemû kesên ku cihê xwe di berxwedana Til Temir de girtin dikin. ji ber ku erka me ye em axa xwe bi parêzin." YEKÎTIYÊ ÊRÎŞÊ DAÎŞÊ ŞIKAND Xebatkara Nexweşxaneyê Şemîran Efram Soro jî anî ziman ku DAÎŞ'ê di satên sibê de êrîş kirin û wiha got: "Dema ku em şiyar bûn, min dît ku êrişeke mezin heye. Min cihê xwe di nexweşxaneyê de digirt. Ez nikaribûm dev ji bajar berdim. Malbata min derket lê ez derneketim. Ji bo birîndaran derman bikin. Yekitiya gelên Til Temirê rê li pêş êrîşan girt û êrîşên DAÎŞ'ê şikand. DAÎŞÊ XWEST GELÊ AŞÛRÎ KOÇ BIKIN Fermandarê Hêzên Natoro Robêrt Îşo jî bal kişand ser armanca êrîşên DAÎŞ'ê û wiha got: "Armanca çeteyan ew bû ku gelê Aşûrî koçber bikin. Ger ku hêzên YPG/ YPJ’ê Natoro û Hêzên parastina Xabûr nebana yek, me nikarîbû vê êrîşê rawestîne. Em nikaribûn vê serkeftinê bidest bixin û em ê div ê êrişê de têk biçuna.” Robêrt, da zanîn ku ev êrîşa li ser Til Temir û gundê wê pêk hatin wek komkujê bû û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ger pêşiya wê nehatana girtin, wê bibûna komkujiya duyemîn ya sêmêlê. Li Sîmêl, Koçberiya Gelê aşûrî pêk hat. Ev êrişa Til Temir jî weke koçberiyeke duyemîn bû. Weke ku dîroka aşûriyan xwe dubare bike bû. Ev êrîş bi destên dewleta Tirkiyêbû û dibin siya olê de êrîşa gelan kirin. Ji dîrokê heta niha Gelê Til Temirê bi hemû pêkhateyên xweyên kurd, ereb û aşûrî tevî hemû êrîşan li ber xwe da û nehişt ku xewin û xelên dijminê wan pêk werin û dîsa komkujî û koçberî, talan dûbare bibin. Em bi boneya vê rojê wan spas dikin.” Ronîda Hacî - dihabler