Li geliyê Şêx Cuman operasyon: Gor hatin xirakirin 2017-02-22 14:29:31 BEDLÎS- Li geliyê Şêx Cuman ê operasyona leşkerî hatiye destpêkirin ji bilî gelek wesayîtên leşkerî û leşkeran, makîneyên kar jî hatin sewqkirin. Leşkeran kevirên gorên goristana li herêmê xira kirin. Li geliyê Şêx Cuman a li çoltera Bedlîsê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Geliyê Şêx Cuman a ku bi taybetî mehên zivistanê bi operasyonan tê rojevê duh êvarê bi piştgiriya hewa operasyon hat destpêkirin û didome. Jibilê wesayîtên zirxî û leşkeran makîneyên kar jî sewqî herêmê tê kirin. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî dane "Şehîdgeha Xerzan" a li gundê Olekê kevirên goran û mizgefta li gorsitanê ji aliyê leşkeran ve hatine xirakirin. Herêm ji bo çûn û hatine hatiye girtin, li herêmê operasyon berdewam dike.