Li gundên Cibilgirav û Talatê 2 leşker birîndar bûn 2017-02-22 17:24:15 MÊRDÎN - Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin girtin piştî qedexeya li gundên Cibilgirav û Talatê pevçûn derket û herî kêm 2 leşker birîndar bûn. Piştî gundê Xerabê Bava serê sibê li gundên Cibilgirav û Talatê yên navçeyên Nisêbîn a Mêrdînê jî qedexe hat îlankirin û ji aliyê leşker û tîmên taybet ve gund hatin dorpêçkirin. Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin danê nîvro li çoltarên gundan ango herêma Omeriyan di navbera endamên HPG'ê û leşkeran de pevçûn derket û di pevçûnê de herî kêm 2 leşker birîndar bûne. Qedexe û dorpêça leşkeran a li herdu gundan berdewam dike.