Di salekî de 5 hezar û 530 kes hatin girtin 2016-11-23 11:35:48 AMED- Di operasyonên ku li dijî HDP û DBP'ê pêk hatin de di nava selekî de nêzî 15 hezar siyasetmedar hatin binçavkirin û ji wan herî kêm 5 hezar û 530 kes hatin girtin. Hevserokên partiyan jî hatin girtin û ew avêtin hucreyan, bîlanço pêkanînên di dema operasyonê KCK'ê de tîne hişê mirovan. Piştî hilbijartinên 1'ê mijdara 2015'an hikûmetê li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) operasyonên girtin û binçavkirinê da destpêkirin. Hikûmetê her ku çû doza girtin û binçavkirinan zêde kir û bi hezaran kes bin çav kir û piştre jî xist girtîgehan. 5 HEZAR û 530 KES HATIN GIRTIN Li gorî daneyên ji Komîsyonên Hiqûqê yên HDP û DBP'ê hatine girtin piştî 1'ê Mijdara 2015'an heta niha di nava salekî de herî kêm 5 hezar û 530 siyasetmedarên kurd hatin girtin. Ji HDP'ê di nava salekî de 7 hezar û 200 endam û rêveber hatin binçavkirin, ji wan herî kêm 2 hezar û 830 siyasetmedar hatin girtin. Ji kesên hatine girtin 634 hevserokên bajar û navçeyan in. Ji DBP'ê jî di nava salekî de nêzî 7 hezar siyasetmedar hatin binçavkirin. Ji wan nêzî 2 hezar û 700 kes hatin girtin. Ên ku hatin girtin 450 hevserokên bajar û navçeyan an jî rêveber in. DESTNEDAYÎN HATIN RAKIRIN Ligel pêkûtiyan HDP'ê muxalefeta xwe berdewam kir û ji ber vê yekê jî rakirina destnedayînên parlamenteran hate rojevê. Ligel hişyariyên "tê xwestin parlamenterên HDP'ê bên girtin" ku gelek caran hat kirin jî daxwaza guhertina qanûna bingehîn ji aliyê hikûmetê ve bi piştgiriyê CHP û MHP'ê ve ji civata giştî ya Meclîsê hate derbaskirin, destendayîn hatin rakirin. Piştî rakirina destnedayînan jî, HDP'ê daxuyand ku pêvajoyekî hiqûqî nîne, pêvajoyekî siyasî berdewam dike ji ber vê yekê jî tu parlamenterên HDP'ê dê neçin îfade nedin. WEKÎL AVÊTIN HUCREYAN Piştî rakirina destnedayînan dadgehan ji Hevserokên HDP'ê û parlamenteran re teblîgat şandin. Hema ku hemû parlamenterên HDP'ê ji bo îfade bidin hatin gazîkirin lê yek ji wan jî neçûn îfadeyê. HDP'iyên ku ji aliyê çapemeniya alîgir ên hikûmetê ve hatin hedefgirtin di 4'ê mijdarê de wekî dîmenên opersayona binçavkirina parlamenterên DEP'ê yê di 1994'an de hatin binçavkirin. Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken, parlemeter NUrsel Aydogan, Leyle Bîrlîk, Selma Irmak, Gulser Yildirim, Ferhat Encu, Nîhat Akdogan û Abdullah Zeydan hatin girtin. Parlamenter birin girtîgehên bajarên rojava û li vir avêtin hucreyan. DI BIN PÊKÛTIYAN DE SIYASETÊ DIKIN Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) ya ku berdewaya kevneşopiya partiyên siyasî yê kurd e û di 2008'an de hatibû avakirin, di 11'ê Tîrmeha 2014'an de bi kongreya xwe ve navê xwe wekî Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) guherand. DBP di siyaseta kurd de bû diyarker û di nava saleke dawî de rastî pêkanînên wekî tayînkirina qeyûman, girtin û êrîşên heta kuştinan hat. Jibilî binçavkirin û girtina rêveberên partiyê zêdetirî 20 endamên Meclîsa Partiyê (MP) hatin girtin. Endamên MP'ê Sêvê Demîr û Mehmet Yavuzel li Sîlopî û Cizîrê hatin kuştin. Piştî hewldana darbeya 15'ê tîrmehê ku Rêveberiya Awarte (OHAL) hat îlankirin Biryarnameyên di Hikûmê Qanûnê de (KHK) hatin derxistin û bi van re qeyûm tayînî 3 şaredariyên bajarê mezin, 4 bajar bi temamî 34 şaredariyan kirin. Li 4 navçeyan jî hemû xebatên şaredariyê bi destura qaymeqamiyê ve girêdan. 36 hevşaredarên DBP'î jî ji ber xebatên xwe hatine girtin. HEVSEROK HATIN GIRTIN DBP'ê ligel êrîşan di siyaseta xwe de tawîz neda ji ber vê yekê jî Hevserokên DBP'ê Sebahat Tuncel û Kamuran Yuksek hatin girtin. Yuksek ji ber axaftinên xwe di 13'ê gulanê de hate girtin û di 7'ê cotmehê de hate berdan. Piştî mehek li ser tehliyeya Yuksek re derbas bû vê carê jî Sebahat Tuncel di 6'ê mijdarê de dema ku girtina parlamenterên HDP'ê şermezar dikir, ji aliyê polîsan ve bi derbkirinê hate binçavkirin. Tuncel piştî ku li nexweşxaneyê hate dermankirin ji aliyê dadgehê ve hate girtin.