Tercûmanê Sefaretxaneya DYA yê Edeneyê hat binçavkirin 2017-02-23 16:03:57 EDENE - Tercûmanê Sefaretxaneya DYA yê Edeneyê Hamza Uluçay bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" hat binçavkirin. Tercûmanê Sefaretxaneya DYA yê Edeneyê Hamza Uluçay li Edeneyê hat binçavkirin. Uluçay ji aliyê yekîneyên polîsan ê TEM'ê ya Midûriyeta Pol^sian a Edeneyê ve hat binçavkirin. Uluçay, piştî di kontrola tenduristiyê re derbas kirin birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê. Hat zanîn ku Uluçay bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" binçavkirine.