Kozagaçli: Li Tirkiye daraz tune ye 2017-02-24 10:18:02 MANÎSA - Serokê Giştî yê ÇHD'ê Prz. Selçuk Kozagaçli, diyar kir ku ev pêşnûmeya qanûna bingehîn li gorî kesekî hatiye amadekirin û wiha got: "Ev modela nû li dijî serxwebûna darazê û cudahiya hêzan e. Li Tirkiye daraz tune ye." Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ku bi KHK'ê hat girtin Prz. Selçuk Kozagaçli, bal kişand ser referanduma di 16'ê Nîsanê de pêk bê û pêşnûneya qanûna bingehîn û diyar kir ku pêşnûma li dijî serxwebûna darazê û cudahiya hêzan e. Kozagaçli, anî ziman ku ev guhertin ne hamleyek nû ye û wiha got: "Mirov nikare bêje pêşnûmeyek nû ye. Dixwazin bêqanûniyekê pêş bixin. Ji ber ku ev pêşnûna, ne li gorî tu qanûnên hatine sazkirin. Tu modelên bi vî rengî tune ye. Ev ne demdirêj e. Ne pêkan e bibe qanûnek bingehîn a emirdirêj. Serokomar niha erk û hêza xwe ya li ser welat li dijî hiqûqê bikar tîne. Ger ku ev niqaş îtîraza li diji vê guhertinê hêj ne qediya be, wateya vê guhertinê tune ye. Serokomar li dijî Qanûna bingehîn erk û rola xwe dilîze. Ger ku Serokomar bi vî rengî erka xwe ya li dijî qanûnê pêk bîne, di referandumê de "Erê" û "Na" derkeve jî tu guhertin çênabe. 'LI TIRKIYE DARAZ NEMAYE' Kozagaçli bal kişan ser guhertina qanûnê û bandora wê ya li ser darazê û wiha got: "Li Tirkiye daraz nemaye. Tenê karê edliyê tê kirin. Dozger, dadger ên dîwana darazê ya bilind, dadgerên Dadgeha Qanûna Bingehîn û dîwana bilind tev ji aliyê Serokomar ve tên tayînkirin. Di modelek bi vî dengî de daraz nabe. Ev ne rewşek nû ye. 3 hezar dozger girtî ne. 4 hezar dozger hatin îxrackirin. bi sedan mirov hatin îxrackirin. Li Tirkiye ji xwe berê jî daraz tune bû û niha jî tune ye. Mirov nikare behsa serxwebûna darazê bike. " REFERANDUMA DI ŞERTÊ OHALÊ DE NE DEMOKRATÎK E Kozagaçli, da zanîn ku referanduma di şertê OHAL'ê de ne demokratîk e û wiha got: "Di tu cureyên demokrasiyê de bi vî rengî referandum pêk nayê. Daxwaza ku pergala siyasî ji sedî 50'an biguherîne nabe demokratîk. Di şertê OHAL'ê de bi lez û bez eniya muxalif binçav dikin û digirin. Gefan li wan dixwin. Ger ku di van şertan de erê derkeve jî tu xêra wê nabe."