'Girtina derabeyan çalakiyekî demokratîk e' 2016-11-23 12:26:18 AMED - Esnafên Amedê li hemberî gefên Serokomar Erdogan ên cezakirina esnafên ku derabeyên xwe digirin nerazîbûn nîşandan û diyar kirin ku tê xwestin hemû civak bê bêdengkirin lê ew wekî esnaf bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin. Serokomar Tayyîp Erdogan di dawiya hefteyê de dema ku ji Ozbekistanê vedigeriya pirsên rojnamegeran bersivandibû û esnafên ku polîtîkayên dewletê şermezar dikin derabeyên xwe girtibûn bi gotina "heke esnafek bi tehdîdê derabeyên xwe bigire dê rastî cezayê bê" tehdîd kiribû. Herî dawî piştî ku li Dersimê esnafan li dijî operasyonên leşkerî derabeyên xwe girtibûn nîqaş hatibû destpêkirin, li ser vî Erdogan di axaftina xwe ya duh de qala cezakirina esnafên ku derabe digirin kiribû. Esnafên Amedê li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan dan. 'EM QEBÛL NAKIN' Esnafê bi navê Recep Koşan (26) ê li navçeya Rezan kafeyekî dide xebitandin diyar kir ku OHAL'ê gelek zirar daye esnafan û wiha berdewam kir: "Girtina derabeyan li kurdistanê deng vedide. Ev çalakiyekî demokratîk e. Herî dawî di hewldana darbeyê de jî hin esnafan ji bo Erdogan derabe girtin. Erdogan ev wekî çalakiyekî demokratîk dît. Çalakiya ku ji bo xwe demokratîk dibîne divê ji bo hemû kesan bibîne. Tiştekî bi vî rengî nayê qebûlkirin." 'TU KES BI ZORÊ DERABEYAN NADE GIRTIN' Koşan destnîşan kir ku zirara herî mezin ji dewletê dibînin û wiha axivî: "Em li dijî gotinên Erdogan in û rast nabînin. îro dema ku li vir çalakî hebe yan jî teqînek çêbibe sedema vê yekê dewlet e. Tu kesan ji me re negot bi zorê derabeyan bigirin." 'BI HER AWAYÎ KRÎZA ABORÎ HEYE' Esnafê bi navê Emrullah Zumrut (40) jî diyar kir ku rayedarên hikûmet bi van gotinan hewl didin civakê terbiye bikin. Zumrut diyar kir ku piştî ku esnafan li Dersimê derabe girtin, siyasetmedar û esnaf hatin binçavkirin ev nayê qebûlkirin û wiha got: "Ev berpirsyariyekî wijdanî ye. Di bûyerên civakî de her tim esnafên Amedê derabe girtine. Wekî esnafekî dikarim bibêjim ku tu kes nehat ber deriyê min û ji min nexwest derabe bigirim. Peyamên ku serokomar û rayedarên dewletê didin jibilî polîtîkaya çewisandinê tiştek nîne." Zumrut bilêv kir ku ji ber devaluasyonan wekî ku her roj girtî ne û wiha axivî: "Jixwe tu dahat tuneye. Heke ceza dike bila bê ceza bike. Jixwe welat bi krîza aborî re rû bi rû ye. Her roj bi kenên sexte raya giştî dixapînin û dixwazin têgehekî biafirînin. Bi hin tiştan dixwazin li ser bilindbûna dolarê bigirin." Zumrut anî ziman ku girtina derabeyan pirsgirêkekî wijdanî ye û axaftina xwe wiha bi dawû kir: "Ev salek û nîv e em wekî herêm OHAL'ê dijîn. Li herêmê û herêmên din ji ber OHAL'ê jixwe esnafan derabe girtin. Ji ber bûyerên civakî rekasiyona ku dewlet nîşan nade esnaf nîşan dide. Jixwe herêm qedexe ye el wekî esnaf pirsgirêkê aboriyê dijîn."