Ji gundê Xerabê Bava 2 kes hatin girtin 2017-02-25 11:58:47 MÊRDÎN- Ji gundê Xerabê Bava 2 kes bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin. Li gundê Xerabê Bava ya Nisêbîna Mêrdînê di dorpêça ku 11'ê Sibatê dest pê kir de kesên hatibûn binçavkirin 3 kes duh êvarê sewqî Edliyeya Nisêbînê hatin kirin. Behçet Koçhan, Şukru Gurgun, Hatîp Tunç îfade dan dozgeriyê. Piştî ku îfade hatin girtin Gurgun hat berdan, Behçet Koçhan û Hatîp Tunç ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin. Ji gundê Cinata Huso Ekrem Altugrul ê ku hatibû binçavkirin jî piştî li dozgeriyê îfadeya wî hat girtin hate berdan.