Li Rihayê zava bi guleya ne diyar mir 2017-02-25 12:27:32 RIHA - Li Rihayê zava Mustafa Alkan, bi guleya ku di dawetê de hat teqandin jiyana xwe ji dest da. Li taxa Parapara ya Rihayê di merasima dawetê ya şeva din hat lidarxistin de çek hatin teqandin. Di teqîna çekan de guleya ku ji çekekê derket li zava Mustafa Alkan (22) ket û bi giranî birindar bû. Zava Alkan ku bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneya Lêkolînê ya Mehmet Akif Înan. Akin li gel hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Alkan şandin morga nexweşxaneyê. Hat zanîn ku dê cenaze ji bo otopsiyê bibin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.