Dozger 3 sal ceza ji Parlamentera HDP’ê Başaran xwest 2017-02-25 13:04:46 ÊLIH - Dozgerê Komarê yê Êlihê der barê Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, de bi daxwaza ji 1.6 salan heta 3 sal cezayê girtîgehê doz vekir. Dadgeha Asliye Ceza ya Êlihê dosya qebûl kir. Dozgerê Komarê yê Êlihê der barê Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran de bi daxwaza ji 1. 6 sal heta 3 sal cezayê girtîgehê doz vekir û radestî Dadgeha Asliye Ceza kir. Dozger bi îdîaya Başaran, di 18'ê Cotmeha 2015'an de li Êlihê beşdarî meşê bûye û li dijî “Hêjmara 2911'an a Meş û xwepêşandanan" muxalefetî kiriye doz vekir. Îdîanameya dozger amade kir û pêşkêşî dadgehê kir, hat qebûlkirin. Dozger îdîa kir ku di meşê ku Hevserokên Giştî yên DBP'ê Kamuran Yuksek û Emine Ayna jî beşdar bûne, Başaran ji bo wan pêşwazî bike meşdarî meşêbûye. Dozger îdîa kir ku Başaran bi kurdî axivî ye û girsê jî dirûşmeya "Qatil Erdogan", "Li dijî faşîzmê mil bidin mil" û "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kiriye. Dozger îdîa kir ku Başaran moral daye komê.