Akademîsyenê hat îxrackirin întixar kir 2017-02-25 13:13:14 EDENE - Akademîsyen Mehmet Fatîh Tiraş ê îmze avêtibû belavoka aştiyê ji ber vê yekê bi KHK ve ji Zanîngeha Çukurovayê hate îxrackirin întixar kir. Akademîsyen Mehmet Fatîh Tiraş ê ji ber ku îmze avêtibû belavoka axtiyê ya "Em ê nebin şirîkê vî sûcî" bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ve ji Zanîngeha Çukurovayê ji peywira xwe hat îxrackirin, bi şev li mala xwe întixar kir û jiyana xwe ji dest da. Hate hînbûn ku cenazeyê Tiraş ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê. Cenazeyê Tiraş piştî otopsiyê dê li Goristana Kabasakalê bê definkirin.