Dayikên Şemiyê: Gotin 'Tirkiyeya Nû' hatin, tevlihev dikin 2017-02-25 13:58:08 STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalaka xwe ya 622'yemîn de aqûbeta Murat Yildiz Pirsîn. Dayika Yildiz, Hanîfe Yildiz wiha got: "Gotin 'Tirkiyeya Nû' hatin niha tevlîhev dikin." Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin an jî qetilkirin cara 622'yan li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Kiryar diyar in, winda li kû ne" hate vekirin de qurnefîl û wêneyên kesenê hatine windakirin hatin hilgirtin. Serokwekîla Meclîsê û Parlamentera HDP'ê Pervîn Buldan, parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Murat Yildiz ê di 23'yê Sibata 1995'an de di bin çavan de hate qetilkirin hate pirsîn. Di çalakiyê de ewil rojbûna Sebahattîn Alî yê di 2'yê Nîsana 1948'an de di encama kuştinên kiryar nediyar de jiyana xwe ji dest da hate pîrozkirin. Birayê Cemîl Kirbayir ê di dema darbeya 12'ê Îlonê de hate windakirin Mîkaîl Kirbayir ewil axivî û diyar kir ku 662 hefte ye aqûbeta windayên xwe dipirsin û got ku kiryar diyar in. 'DEWLET DEYNDARÊ ME YE' Xwîşka Hayrettîn Eren, Îkbal Eren jî axivî û wiha got: "Dewlet deyndarê me hemûyan e. Em bang li Dayika Berfo jî Dayika Kîraz jî dikin. Em ê Cemîl bibînin û bişînin hembêza Dayika Berfo. Em ê Îsmaîl bibînin û ji Dayika Kîraz re beşînin. Ev ji we re soza me ye." Dayika Murat Yildiz, Hanîfe Yildiz a piştre axivî û pirsa "Hemû kes kesekî diparêzin. Gelo kê daxwazên me bide? Kesek hesab nade" kir. Yildiz got uk 22 sal in li vir kesekî nabîne pirsa kurê xwe bike û wiha berdewam kir: "Dibêjin em daxwazên gel bi cih tînin. Ma daxwazên me daxwaz nînin? Ancax dikarin bibêjin em ê îdamê binîn. Ma qet me nabîhizin? Sedema evqas xemsariyê çi ye? Gotin Tirkiyeya nû hatin. Wekî sandoqa keça min tevlîhev dikin û disekinin." Parêzer Gulseren Yolerî jî li ser dosyaya Muratl Yildiz axivî û got ku li ser dosyayê biryara veşarîbûnê heye û piştî ku Yildiz hate windakirin heta niha dosyaya wî jî winda ye. Yolerî got ku heta berpirsyar bên dîtin dê têkoşîna xwe bidomînin. 'DI 2007'AN DE DOZA MURAT YILDIZ JI HOLÊ HATE RAKIRIN' Metna çapemeniyê ya vê hefteyê ji mirovên şemiyê Mîne Nazarî xwend. Nazarî pêvajoya windakirina Nazarî par ve kir û wiha got: "Bi daxwaza xwe teslîm bûbû, ceza jî pêwîst nebû bi îdiaya gule berdaye heya hate sûcdarkirin. îdiaya Murat reviye tiştekî ku bawerî bê nebe jî di darizandina 5 salan berdewam kir de 2'yemîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Gebzeyê gotina polîsan a ji keştiyê xwe avêtiye esas girt. Dadgehê 18 qruş cezaya pere li polîsan birî. Heman dadgehê di 2002'yan de cezaya pere ya polîsan 5 sal taloq kir. Di 200'an de jî biryara hemû encamên dozê ji holê rakirinê da. Nehiqûqî bi vî yekê re neba. Dosyaya Mural Yildiz di Edliyeya Gebzeyê de hate windakirin. Parêzera ÎHD'ê Gulseren Yolerî ya qeydên edliyeyê lêkolîn kir belgeyekî ku dosya hatiye îmhakirin nedît, dosya jî nedît. Yolerî careke din ji bo aqûbeta Yildiz bê aşkerakirin di çileya 2015'an de serî li Serdozgeriyê Komarê ya Gebzeyê da. Komîser Ramazan Kaya û polîsên bi navê Şahîsmaîl Ozturk û Tahîr Şerbetçî yên ji Qereqola Ozkanlar a Bornovoyê berpirsyar in. Midûrê Emniyetê yê wê demê Kemal Yazicioglu, Waliyê Îzmîrê yê wê demê Kutlu Aktaş, Midûrê Giştî yê Emniyetê yê wê demê Mehmet Agar, Serokwezîra wê demê Tansu Çîller, Serokomarê wê demê Suleyman Demîrel ji windakirina Murat Yildiz berpirsyar in."