Xizmên windayan: Dîrok li Xerabê Bava dubare dike 2017-02-25 14:46:12 AMED/ÎZMÎR- Di çalakiyên "Bila wina bên dîtin kiryar bên darizandin" yên li Amedê û Îzmîrê de vê hefteyê hate gotin ku kevneşopiya dewletê ya windakirinê li gundê Xerabê Bava berdewam dike. Di çalakiya Îzmîrê de aqûbeta Bayram Bal û Hamît Bal ên di 1994'an de li gundê Xerabê Bava di bin çavan de hatin windakirin hate pirsîn. Li Îzmîrê di çalakiya ku ji bo aqûbeta kesên di bin çavan de hatin windakirin de Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û gelek kesan jî cih girtin. Serokê ÎHD'ê yê Îzmîrê Alî Aydin di çalakiyê de axivî û diyar kir ku di salên 90'an de 3 hezar gund hatin valakirin, xirakirin û şewitandin, bi hezaran kes jî hatin kuştin û girtin. 'PÊKANÎNÊ WEKÎ SALÊN 90'AN DIQEWIMIN' Aydin destnîşan kir ku li gundê Xerabê Bava ya Nisêbînê pêkanîn û îşkenceyên wekî salên 90'an diqewimin û piştî van îdiayan dîmen di çapemeniya civakî de hatin parvekirin û wiha got: "Lİ gorî agahiyên welatiyên ku ji gund hatine derketine mal hatine şewitandin û kesên hatine binçavkirin li qada gund ji îşkenceyê hatine derbaskirin." 'LI CEM ME NÎNE TEVLÎ RÊXISTINÊ BÛYE' Aydin aqûbeta Bavê 8 zaroka Hamît Bal û biraziyê wî Bayram Bal ên di 1994'an de di bin çavan de hatin kuştin pirsî û got ku dema serdegirtinan de Hamît Bal bi îdiaya ku "alîkariya rêxistinê kiriye" 7 caran hatiye binçavkirin û ji îşkenceyên giran hatiye derbaskirin. Aydin da zanîn ku di adara 1994'an de jî leşker û cerdevanan bi ser gundê Xerabê Bava girtine û wiha berdewam kir: "Bayram Bal û Hamît Bal bi fikara dibe ku bên çavkirin li cem mala xwe li ceheke xwe veşartine. Cerdevanan ew li cihê xwe veşartine derxistin û binçavkirin. Hamît Bal û Bayram Bal bi wesayîta leşkerî ve birin. Ji bo ku aqûbeta wan bipirsin gelek caran serî li rayedaran dan. Ji qereqolê bersiva 'me ew berdaye ew dibe ku çûbûn tevlî rêxistinê bûne' dane wan." 'ÎDIAYA ÎŞKENCE LI KEÇA WÎ GULÊ BAL JÎ KIRINE' Aydin da zanîn ku piştî ku 2 meh û 7 roj li ser binçavkirina Hamît Bal û Bayram Bal derbas bû cenazeyên gundê Sîtîlîlê yê nêzî gundê wan li şantiyeyekî ji aliyê gundiyan ve hatine dîtin û wiha berdewam kir: "Hamît û Bayram Bal bi guleyê hatibûn kuştin. Dîsa di bedena wan de şopên îşkenceyê hebû. Li gorî agahiya beriya 2 rojan keça Hamît Bal, Gulê Zengîn jî di vî operasyona dawî de rastî îşkenceyê hatiye û hê jî ji wî agahî nayê girtin." 'PÊDIVIYA ME QASÎ NAN Û AVÊ BI AŞTIYÊ HEYE' Piştre Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan axivî û diyar kir ku ji 1995'an heta niha bêyî ku bêzar bibin ji bo aqûbeta windayan bipirsin çalakî li dar dixin, dîsa bi heman îdiayanv e rû bi rû ne. Turkdogan wiha got: "Ma kî dixwaze li welatekî edalet tuneye bijî. Yên ku vî welatî bi rêve dibin ji me re qala edaletê kirin lê nekarîn bidin me. Ev şer canên me digire û divê ev şer bi dawî bibe. Pêdiviya li hemû kesên li ser vî axê dijîn bi aştiyê heye. Li van qadan her hefte em gelek tiştan dibêjin. Li Stenbol, Amed, Êlih, Îzmîr, Şirnex, Riha, Enqere û Wanê em qîr dikin. Pêdiviya me qasî nan û avê bi aştiyê heye." 'FERASET NEGUHERÎ' Xizmên windayan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de bal kişandin li ser dorpêç û pêkanînên li gundê Xerabê Bava û diyar kirin ku pêkanînên wekî salên 90'an berdewam dike û ji wê demê heta niha feraseta dewletê nehatiye guhertin. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan bi slogana "Bila Winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" cara 419'emîn awûbeta kesên ku di bin çavan de hatine windakirin an jî qetilkirin pirsîn. Xizmên windayan beşdarî çalakiya li avahiya ÎHD'ê hat lidarxistin bûn û wêneyên kesên hatine windakirin hilgirtin. 'FERASET NEGUHERÎ' Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Adnan Orhan got ku wekî roja ewil dê ji niha şunde jî aqûbeta windayan bipirsin. Orhan diyar kir ku di salên 90'an de gelek kes hatine kuştin, pêkanînên salên 90'an hê jî berdewam dike. Orhan destnîşan kir ku feraseta dewletê ji wê rajê heta niha qet nehatiye guhertin. Orhan bal kişand li ser pêkanînên li gundê Xerabê Bava ya Nisêbînê ku 15 roj in di bin dorpêçê de ye û got ku tê xwestin şîdet bê rewakirin. Piştre jî Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Hasan Yalçin çîroka Mehmet Zekî Yilmaz ê di 22'yê Sibata 1994'an de li navçeya Gevera Colemêrgê hate binçavkirin û piştre cenazeyê wî li qiraxa riyekî hate dîtin par ve kir. Yalçin wiha got: "Zekî Yilmaz di 1'ê Tîrmeha 1963'yan de li gundê Belencîkê ya navçeya Elbaka Wanê ji dayik bû. Di 14 saliya xwe de bi malbata xwe re li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi cih bûn. Yilmaz li wir bi bazirganiza sewalan debara malbata xwe dikir. Yilmaz beriya ku bê windakirin gelek caran bi ser mala wî de hat girtin û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate tehdîdkirin. Piştre jî 3 kesên bi çek û bi rûpoş ve bi zorê li wesayîtê hate siwarkirin û hat revandin. Piştî ku malbat ji revandina Yilmaz agahdar bûn ewil serî li qereqolê û Dozgeriya Geverê xwest agahî bigire lê tu caran bersiv negirt. Piştre kesekî ku hate vem malbatê got ku Yİlmaz li taburê ye. Piştî demeke cenazeyê Yilmaz di 26'ê Sibata 1994'an de li nêzî gundê xwe li qiraxa riyekî cenazeyê wî dît. Devê Yilmaz hatibû bantkirin, diranên wî hatibû kişandin, serê wî hatibû perçekirin î îşkence li bedena wî hatibû kirin, bi dehan şopên guleya li bedena wî hebû."