Ji bo girtiyê nexweş Çelebî daxwaza azadiyê 2017-02-25 15:26:46 STENBOL- Di çalakiya Tîpa F a ku bi daxwaza serbestberdena girtiyên nexweş tê lidarxistin de vê hefteyê azadiya Mehmet Alî Çelebî yê ku nexweşiya Wernicke-Korsakoff pê re heye hat xwestin. Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo balê bikişînin li ser rewşa girtiyên nexweş cara 257'emîn li Qada Galatasarayê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de pankartên "Tecrît dikuji, piştevanî dide jiyarkirin" "Bila girtiyên nexweş bên berdan" hate vekirin de "dirûşmên "Bila girtiyên nexweş bên berdan" "Dermankirin maf e nikare bê astengkirin" hatin berzkirin. Li ser navê komê Rêveberê ÎHD'ê yê Stenbolê Mehmet Acettîn axivî û bal kişand li ser binpêkirinan. Di çalakiya vê hefteyê de Acettîn bal kişand li ser rewşa girtiyê nexweş ê bi navê Mehmet Alî Çelebî yê nexweşiya Wernicke-Korsakoff pê re heye û got ku ji 20 saliya xwe wêdetir tiştek nayê bîra wî. Acettîn wiha got: "Xwe her tim nexweş hîs dike û bawer dike ku ev nexweşî dijmin bi wî ve kiriye. Ji ber îşkenceyên giran ên salanê 90'an difikire ku rêbazên nû yên îşkenceyê tê bikaranîn û dewlet dikare li ser girtiyên nexweş ceribandinan bike ji bo vê yekê jî dikare vîrusan li nexweşxaneyan belav bike." Acettîn da zanîn ku Çelekî di 2009'an de ji kontrola Lijneya Tenduristiyê ya Zanîngeha Îzzet Baysal a Boluyê derbas bûye, hatiye tespîtkirin ku nexweşiya hiç ê Çelebî heye, kesekî ku pê re sendroma ammestîkê heye dema ku ji cihana derve hişyarî zêde tunebe nexweşî dê bi lez giran bibe û ev bandorekî neyînî li ser kesê navborî bek, ji ber ku xetereya mirinê tuneye rapora "nikare li nexweşxaneyê bimîne" nedane. Acettîn xwest Çelebî bê berdan. Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.