Ji bo beşdarbûna doza Sibel Çaprazê banga piştevaniyê 2017-02-26 09:01:04 COLEMÊRG -Dê rûniştina doza Meclîsa Giştî ya Şaredariya Colemêrgê Sibel Çapraz a ku li Geverê bi awayekî birîndarî hat binçavkirin û paşê hat girtin di 28'ê Sibatê de li Geverê bê dîtin. Malbata Çaprazê, ji bo dozê banga piştevaniyê kir. Endama Meclîsa Giştî ya Şaredariya Colemêrgê Sibel Çapraz, di Mijdara 2015’an di pevçûnên li Geverê de ji milê xwe birîndar bû û dema li nexweşxaneyê tedawiya wê didomiya hat binçavkirin û paşê bi hinceta "Endamtiya rêxistinê" hat girtin. Li girtîgehê rewşa Çaprazê her diçe xedar dibe. Rodiyên Çaprazê li derve ne û ji ber vê rewşa xwe nikara bi tena serê xwe pêdiviyên xwe yên rojane û bingehîn pêk bîne. Ji ber vê yekê malbata Çaprazê, banga berdana keça xwe kirin. REWŞA SIBELÊ REWŞA ÎNFAZÊ YE! Birayê Çapraz, Necip Çapraz diyar kir ku zext û zordariyên li girtîgehan bi îlankirina OHAL'ê re zêde bûne û wiha domand: "Dewleta gule bera Sibelê da, wê bi birîndarî girtin û birin Girtîgeha Kadîkoy ya Stenbolê. Li girtîgehan week Sibelê bi sedan girtîyên nexweş û rewşa wan xedar tên ragirtin û her wiha ji vana yên jiyana xwe ji dest dane jî hene." Çapraz, balê kişand ser nexweşînên Sibel Çaprazê û wiha got: "Divê bi lez emelyata wê ya înversiyon û dermankirina wê ya kolostîmînê bihatana kiri, lê hat astengkirin. Sibel heta niha 15 caran emeliyat bûye. Heke li girtîgehê tedawiya wê bidome, dê rewşa wê veguhere rewşa înfazê." JI BO BEŞDARBÛNA DOZÊ BANGA PIŞTEVANIYÊ Çapraz, anî ziman ku Sibel bi awayek, derhuqûqî hatiye girtin û wiha got: "Yên ku Sibelê girtin, pêşî zemîna girtina wê amadekirine û paşê ew bi birîndarî binçav kirine û dane girtin. Bila dawî li vê derhuqûqiyê bê. Êdî bese!" Çapraz di dawiya axaftina xwe de ji bo doza ku dê di 28'ê Sibatê de li Geverê pêk bê banga piştevaniyê kir û got, heke Sibelê neyê berdan dê rewşa wê ber bi mirinê ve biçe.