Dadgeh sibê dê ji bo rojnamegeran bixebite 2016-11-23 14:09:27 STENBOL - Dozên derbarê rojnameya Ozgur Gundemê ya hatiye girtin de dê sibe berdewam bike. Li Edliyeya Stenbolê dê 16 rojnameger derkevin pêşberî dozger. Dozên li siyasetmedar, rojnameger, nivîskar, rewşenbîr, parêzvanên mafê mirovan û akademîsyenan ên ji ber piştgirî dane rojnameya Ozgur Gundemê ya hatiye girtin, hatine vekirin dê sibê berdewam bikin. Di hemû dozên li 14'emîn û 22'yemîn Dadgehên Cezayê Giran ên Edliyay Stenbolê de dê Midûrê Karê Nivîsan Înan Kizilkaya derkeve pêşberî dozger. Dê doza rojnameger Celal Başlangiç, Omer Agin û Înan Kizilkaya li 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran saet di 10.00'an de bê dîtin. Piştî wê dê li heman dadgehê rojnameger Huseyîn Guçlu, Emrullah Kurcan û Midûra Karên Nivîsan a Ozgur Gundemê Reyhan Çapan saet di 10.50'an de derkevin pêşberî dozger. Rûniştina doza rojnameger Fehîm Işik û Înan Kizilkaya jî dê li 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran saet di 11.00'an de bê dîtin. Saet di 11.00'de jî li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran dê doza Înan Kizilkaya û Necmiye Alpay bên dîtin. Li heman dadgehê dê saet di 11.30'an de Yildirim Turker û Înan Kizilkaya, saet di 11.45'an de Hasan Cemal û Înan Kizilkaya, saet di 14.00'an de Julîde Kural, Îlham Bakir û Înan Kizilkaya, saet di 14.15'an de Înan Kizilkaya û Kumru Başer, saet di 14.30'an de Înan Kizilkaya û Saîd Sefa, saet di 14.45'an de Înan Kizilkaya û Murat Uyurkulak, saet di 14.50'an de Înan Kizilkaya û Faruk Balikçi derkevin pêşberî dozger. Ji bo piştgiriyê bidin rojnamegeran dê rojnameger, nivîskar, rewşenbîr û parêzvanên mafê mirovan roja xwe li dadgeha Çaglayanê derbas bikin. Zimanzan Necmiye Alpa jî ya ku girtiye dê 70'emîn salvegera dayîkbûna xwe de derkeve pêşberî dozger. Hevalên Alpay bangek taybet kirin û wiha gotin: "Îro saet di 10.30'an de ji bo em rojbûna mamosteya xw epîroz bikin û piştgiriya xwe bînin ziman em ê li ber Edliyeya Çaglayanê kom bibin." 23.11.2016 - 14:06:23