Platforma Na ya Datça: Em ê xewnê yekzilamî bi 'Na'yê bikin kabûs 2017-02-26 09:05:29 MÛGLA - Hevparên Platforma Na ya Datçayê yên li Datçayê derî bi derî digerin û dest bi xebatên "Na"yê kirin, diyar kirin ku hedefa wan a girseyî kesên dibêjin "Erê" û bêbiryar in. Ji endamên platformê Umut Baran Sumer, dest nîşan kir ku wan li Datçayê eniyeke berfireh a "Na"yê çêkiriye û got, dê xewnên yekzilamî bi "Na"yê veguherin kabîsan. Li Datçaya Mûglayê têkildarî referandûma pêşnûmaya guherandina Qanûna Bingehîn, di 18'ê Sibatê de Platforma Na ya Datçayê hat avakirin. Hevgirtiyên Platforma Na a Datçayê yên li Datçayê derî bi derî digerin û dest bi xebatên "Na"yê kirin, diyar kirin ku hedefa wan a girseyî ew e ku kesên dibêjin "Erê" û bêbiryar in, li dor "Na"yê birêxistin bikin. Endamê Platforma Na ya Datçayê Umut Baran Sumer, diyar kir ku di platformê de Înîsiyatîfa Jinan, Emeklî Sen, Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî, Anarşît û gelek mirov cih digirin. Sumer, bi bîr xist ku derdoreke ji sedî 22 bêbiryar heye û got, ew ê li bazarên Datçayê tîşortên 'Na' yên wan amadekirine û buroşuran belav bikin. ‘BILA HER KES LI GOR DAXWAZÊN XWE BEŞDARÎ VÊ PÊVAJOYÊ BIBE' Sumer, diyar kir ku di dema îktîdara AK Partiyê de li vî welatî pirsgirêka kurd di serî de gelek pirsgirêk kêmbar hatine dîtin, hundurê perwerdehiyê bi polîtîkayên paşverû û olî hatiye valakirin û wiha got: "Em ê di vê pêvajoyê de hemû derdorên rastî xesarê hatine li dor 'Na'yê bînin li dijî dîktatoriya yekzilamî bigihînin hev. Li welat partiyên siyasî naxwazin li gel hev tevbigerin. Em dixwazin hemû derdorên muxalif bi daxwazên xwe bên gel hev û beşdarî vê pêvajoyê bibin." ‘RÛXANDINA CIZÎR, SÛR, GEVERÊ JI BO 'NA'YÊ HINCET E' Sumer, dest nîşan kir ku wan eniyeke berfireh a "Na"yê çêkiriye û got, dê xewn û xeyalên yezilamî bi "Na"yê veguherin kabîsan. Sumer, diyar kir ku xeyalên AK Partiyê li ser şer hatine avakirin û wiha axivî: "Civîna dawî ya Lijneya Wezaretan, nîşan dide ku hikûmeta AKP'ê tevî rejîma yekzilamî li ser asasên şer hikûmeteke şer divê. Li Kurdistanê Cizîr, Sûr, Geverê serobino kirin, di ser re derbas bûn. Li jêrzemînan mirov şewitandin. Niha jî heman şerî veguhastin Sûriyeyê. Dixwazin şerê li Sûriyeyê veguhêzînin Rojavayê. Ev bi temamî hikûmeteke şer e. Ji ber vê divê em bibêjin 'NA'." Endama Platforma Na ya Datçayê Pakize Ergin jî got, kiryarên tacîz, êrîşên zayendî, li wargehan şewitandina xwendekaran, bêyî ceza bistînin li derve ne, ev hemû hincetên "Na"yê ne. Ergin, anî ziman ku qanûna bingehîn a nû nîjadperest û paşverû ye û wiha axivî: "Ji bo maf û azadiyên jinan ji dest neyên girtin divê em bibêjin 'Na'. faşîzmeke olî bi awayekî berbelav tê. Di dolmîşan de jinên ciwan rastî êrîşên zayendî tên, şideta li dijî jinê zêde dibe û li gel vê jî îktîdareke ku van pêkûtiyan wek rewşeke asayî dibîne heye. Dê bi yekzilamiyê re ev zêdetir bibin. Ji ber vê divê em bibêjin 'Na'." ‘LI DIJÎ PERGALA KARÎNÎ DÊ DERBEYA HERÎ MEZIN 'NA' BE' Ergin, got dê Platforma Na ya Datçayê li her deriyî bixe û wiha domand: "Hedefa me ya ewil ew e ku em di 8'ê Adarê de jinan daxînin kuçeyan û 'Na'yê vebêjin. Em ê bi stranan, govendan, lîstikan kelijandina jinan pêk bînin. Cihê me êdî kuçe ne, ne mal in. Heke em bitêkoşin, em ê azadiyên xwe bi dest bixin. Bi vê mebestê em ê di 8'ê Adarê de bi 'Na'yê li kuçeyan bin. Em bang li hemû jinên Tirkiyeyê dikin. Ji bo jiyaneke mirovane, ji bo pêşeroja zarokan, ji bo pêşeroja jinan divê bibêjin 'Na'. Divê jin li dijî pergala karînî bi 'Na'yê derbeya herî mezin nîşan bidin." ‘BI XÊR EZ Ê RAYA XWE YA EWIL BI KAR BÎNIM' Mamosteyê teqawîd Yalçin Baltaci, got her kesê xwedî aqil divê bibêje "Na". Baltaci anî ziman ku, bi îktîdara AK Partiyê hudnurê pergala perwerdehiyê hatiye valakirin û got, dersên wek ên felsefeyê hatine rakirin, li şûna wan ên olî anîne. Baltaci, diyar kir ku ew ê di jiyana xwe de cara ewil deng bi kar bîne û got, pêşeroja welat bi tunebûnê re rû bi rû maye, ji ber vê ew ê bi xêr dengê xwe yê ewil bi kar bîne.