Heran bêturîst ma! 2017-02-26 09:07:28 RIHA - Heran a ku bi keleha xwe, malên xwe yên gumbetî, bi zanîngeha xwe ya li cîhanê zanîngeha ewil e û bi gihandina mirovên zanistê yek ji navendên zanistê yên cîhanê tê qebûlkirin. Lê niha, ji ber şer kes serdana wê nake. Navçeya Heranê ya Rihayê, ku bi keleha xwe, malên xwe yên gumbetî, bi zanîngeha xwe ya li cîhanê zanîngeha ewil e û bi gihandina mirovên zanistê yek ji navendên zanistê yên cîhanê tê qebûlkirin. Lê niha ev navçeya dîrokî û qedîm, bêyî turîst maye. BÊ TURÎST MA Navçeya Heranê ya ku 44 kîlometreyan li başûrê Rihayê dikeve, di 9'ê Hezîrana 1987'an de bû navçe. Ji ber nêvenga şerî ya 2 salên dawî, di warê turîzmê de hema bêje kes serdana wê nake. Li navçeya salên berê wargeha turîstan bû, li gel hewa germ bûye jî heta niha turîstek jî lê naxuyê. Şerê li Tirkiyeyê, bû sedema nehatina turîstên xwecihî û biyanî. Her wiha pêldariya aboriya welat, bû sedema ku êdî turîstên xwecihî hew berê xwe bidin navçeyê. Navçeya ku li malovaniya zanîngeha yekemîn a cîhanê kir û kesên wek Îbnî Teymiye û Battanî yên li Nîvgirava Ereban û Rojhilata Navîn bi nav û deng in gihand, li gel Mêrdîn û Atînayê yek ji navendên zanistê yên cîhanê tê qebûlkirin. Her çi qas hîn jî xwegihandina bermayiyên Zanîngeha Heranê (Dibistana Heranê) pêk nehatibe jî, bermayiyên Mizgefta Mezin a di serdema Emewiyan de, wek bermayiyên vê zanîngehê tên dîtin. Mizgefta Mezin a li bakurêrojhilat ê Girê Heranê cih digire, wek mizgefta el Fîrdews an jî Mizgefta Cûmayê tê zanîn û yek ji mizgeftên abîdewî yên Anatolyayê tê qebûlkirin. BEDEWÎ BI CIH BÛN Heran a ku di dema Seferên Xaçdaran de rastî xesareke mezin hat, di dema Zengiyan û Eyûbiyan de dubare gihaşt wan rojên xwe yên berê. Erebên îro li navçeyê ne jî, tê destnîşankirin ku bedewiyên ku beriya niha bi nêzî 4 sedsalî ji aliyê Osmanliyan ve hatine bicihkirin bi xwe ne. Navçeyeke wisa xwedî dîrokek dêrîn û kevn, li gor salên berê niha hejmara turîstên serdana wê kirine ji sedî daketiye bîstî. Her wiha acenteyên turîzman jî ji ber vê rewşê bi endîşe ne.