Îdiaya li Talatê malên dîrokî bi mayînan tên rûxandin 2017-02-26 09:08:36 MÊRDÎN - Li gundê Talatê yê Nisêbînê, welatiyekî bi riya telefonê me xwe gihandê, îdia kir ku leşker bi mayînan malên dîrokî dirûxînin. Her wiha heman welatî diyar kir ku, welatiyên hatine binçavkirin hîn jî leşker beşdarbûyîna lêgerînê li wan ferz dikin Dorpêça li gundê Talatê û Cibilgiravê yê Nisîbîna Mêrdînê, di roja 5'emîn de jî didome. Gundiyekî ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe aşkere bike, diyar kir ku li gund her çi qas pevçûn bi dawî bûne jî, lê leşker qerergah ava kirin û got, leşkerên bi rojane li gundê wan in malan dirûxînin. Welatî, îdia kir ku mayin li bin malan tên bicihkirin û bi teqandina wan tên rûxandin û wiha got: "Avahiyên ku temenên wan 200-300 sal in û temamiya wan du qatî ne, bi mayin, top û kepçeyan tên rûxandin. Leşker li malên welatiyên ku di salên 90'î de ji gund koç kirine bi cih dibin." 5 ROJ E MELE LI MALA XWE AZAN DIDE Welatî, anî ziman ku ji ber qedexeyê ew 5 roja nikarin biçin mizgeftê nimêjê bikin û wiha got: "5 roj e welatî nikarin biçin mizgeftê. Ji ber wek me mele jî nikare biçe mizgeftê, li mala azan dide." '5 ROJ E EM NIKARIN DERKEVIN DERVE' Welatî, diyar kir ku duh jî maleke dîrokî bi mayinê hatiye teqandin û wiha axivî: "Hawirdora gund ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin. Ji ber leşkerên li nava gund, 5 roj e welatî nikarin derkevin derve û her wiha nikarin heywanên xwe jî derxînin." Her wiha welatî, anî ziman ku gundiyê bi navê Necat Yildiz û keyayê gund ên ji aliyê leşkeran ve hatine binçavkirin jî, ne li qereqolê ne û got, her du jî li gund in û ji aliyê leşkeran ve lêgerîna malan li wan tê ferzkirin.