Li Colemêrgê seferberiya 'Na' 2017-02-26 11:36:56 COLEMÊRG - Li Colemêrgê ligel şertên neyînî yê hewayê bênavber xebatên referandumê berdewam dike, colemêrgî mal bi mal, gund bi gund digerin û sedema divê çima dengê "Na" bê bikaranîn vedibêjin. Li Colemêrgê Komîsyona Referandumê ya ku ji aliyê rêxistinên HDP û DBP'ê yên Colemêrgê ve ji bo rêxistinkirina kampanyaya "Na" hatiye avakirin ligel şertên neyînî yê hewayê gund bi gund, mal bi mal digerin û sedama di referandûmê de çima bibêjin "Na" ji welatiyan re vedibêjin. Endamên komîsyonê çûn gundên Nişe, Baleka, Zeranîs û Xendekê yên herêma Lêwînê. Endamên komîsyonê yi gundên Nişe û Zeranisê ewil çûn serdana nexweşan û piştre jî bi niştecihên gund re hatin cem hev. Ji niştecihên gund Casîm Pala ji bo serdanê Kêfxweşiya xwe anî ziman û ji bo cerdevanên li herêmê wiha got: "Divê êdî hemû kes dev ji cerdevaniyê berdin. Cerdevanên li herêma Colemêrg û Wanê bila ji şaşîtiyên xwe vegerin. Gundên me berê jî hatibû valakirin. Niha li gund 4 mal hene û em ê di referandûmê de bibêjin Na. Ev îslamê nafikirin, ev dixwazin rejîmê biguherînin. Ji ber vê yekê em ê bibêjin Na." 'SERDANÊN ME DÊ PIŞTÎ REFERENADÛMÊ JÎ BIDOME' Hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Suleyman Kanat ê der barê serdanan de agahî da diyar kir ku ew mal bi mal digerin û ji welatiyan re sedemên çima bibêjin "Na" vedibêjin. Kanat ev agahî da: "Îro li herêma Lêwînê em diçin serdana gelek gundên xwe. Bi gelê xwe re nîqaş dikin. Fikrên xwe bi hevre parve dikin. Em pirsgirêkên wan guhdar dikin û der barê xebatên xwe de agahî didin. Gelê me ji ber ku difikire ji bo wan tiştekî bi xêr tuneye ji ber vê yekê jî em hîn dibin ku dê bibêjin 'Na'. Li herêmê gelek gund heye û em ê bi dorê biçin hemû gundan, sedemên 'Na' vebêjin. Serdanên me dê piştî referandûmê jî berdewam bike." 'JI BO AŞTIYÊ EM Ê BIBÊJIN NA' Ji niştecihên gund Hane Dayan jî got ku referandum bibe wesîleya aştiyê dê dengê "Na" bi kar bînin. Şakîr Dayan wiha got: "Em ê di referandûmê de bibêjin na. Em guhertina qanûna bingehîn naxwazin. Em ê bibêjin 'Na'." LI GUNDIKÊ XENDEKÊ PEYAMA YEKÎTIYÊ! Ji gundikê Xendekê yê gundê Balekayê jina bi navê Suzan Aşkan jî banga yekîtiyê li kurdan kir û wiha axivî: "Ger em wisa bin em ê her tim bên eciqandin. Heke kurd bibin eyek dê bi ser kevin. Di 16'ê Nîsanê de tekane daxwaza min bi hevre serê van kesên ku vî qanûnî diparêzin tewandin e. Ger ev xwîn raweste em ê hemû kêfxweş bibin." Endamên komîsyonê yên heta saetên êvarê çûn serdana gundan dema ku vedigeriyan ji ber ku berf ji ban kete xwarê li gund asê ma. Bi bêran ve rê dîsa hate vekirin û endamên komîsyonê di saetên dereng ên şevê vegeriyan navenda bajar.