Ji bo kesên di referandumê de deng bikar bînin roja dawî 2017-02-26 12:44:32 ENQERE - Lîsteya hilbijêran a ji bo referandumê ku di 18’ê Sibatê de hat daliqandin, îro tê rakirin. Ji bo deng bikaranîn nîşandana navnîşanê saet di 17.00’an de bi dawî dibe. Li gorî bernameya Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) a ji bo referanduma guhertina qanûna bingehîn a dê di 16’ê Nîsanê de bê lidarxistin, lîsteya hilbijêran a di 18’ê Sibatê de hat daliqandin dê îro saet di 17.00’an de bê rakirin. Bi qeydên hilbijeran ên li gorî bingeha avahiyan hatine sererastkirin hilbijêrên derveyî welat a ku koka malbatê li ser navnîşana www.ysk.gov.tr hatibû nşandan jî îro bi dawî dibe. Îtîrazê der barê lîsteya kesên girtî ji sûcê bi teksîr dê heta 28'ê Sibatê bi biryarekê ve bê girêdan. Îro heta saeta bi dawîbûna kar kesên navên wan di listeyê de tune ne û di nava vê demê de navnîşana xwe diyar nekin dê nikarin di referandumê de biçin ser sindoqan.