Colemêrgî: Heke me hemûyan jî bigirin… 2016-11-14 12:08:47 COLEMÊRG – Colemêrgiyan girtina parlementeran û pêkûtiyên niha tên jiyîn nirxandin û wiha gotin: “Heke me hemûyan jî bigirin, dê dîsa jî bi ser nekevin. Ev hemû êrîş, nîşaneya perpitînên wan î dawîn e.” Piştî li şûna Hevşaredara Colemêrgê Fatma Yildiz qeyûm hat tayînkirin, bi fermana îktîdara AKP’ê vê carê her sê parlementerên HDP’î yên Colemêrgê yên ji sedî 80’ê deng wergirtibûn; Selma Irmak, Abdûllah Zeydan û Nîhat Akdogan hatin girtin. Colemêrgiyan diyar kir ku, vîna wan di nav çar dîwaran de nayê hepskirin û dest nîşan kirin ku, tiştên pêk tên ji pêvajoyên derbeyê jî wirdetir in. Ji welatiyan Naciye Îke wiha got: “Berê jî rewşên wisa pêk hatin. Heke me hemûyan bigirin jî, dê bi ser nekevin. Ev hemû êrîş nîşan didin ku, ev perpitînên wan î dawîn in.” ‘EM Ê DÎSA 3 PARLEMENTERAN DERXIN’ Ji welatiyan Mahmût Kesîcî dest nîşan kir ku, girtina parlementerên ku ji 80’ê bi dengên gel hatine hilbijartin di tu huqûqê de jî cihê wê tune ye û got, parlementer dengê gel in û îradeya gel hatiye girtin. Kesîcî wiha axivî: “Em ê wek gel vê qebûl nekin. Ev derhuqûqî ye. Sûcê wan çi bû? Sûcê me çi bû? Ev êrîş hemû li dijî destkeftiyên kurda ne. Di hilbijartinên bê de, em ê li vir dîsa 3 parlementeran derxin.” ‘LI DIJÎ VÎNA GEL BÊHURMETÎ TÊ KIRIN’ Welatiyê bi navê Neam Gundiz jî wiha got: “Ji bo gelê xwe tiştên rast dikirin. Ew jî bi hilbijartinê hatine ser kar û dê bi hilbijartinê biçin.” Welatiyê bi navê Kadrî Gundurz ê ku got îktîdara AKP’ê vîna gel desteser kiriye wiha axivî: “Kesên wek vîna gel peywirê dikin, tên binçavkirin û girtin. Ev li dijî vîna gel bêhurmetî ye.” Welatiyê bi navê Serkan Besî jî dest nîşan kir ku, îktîdara AKP’ê tim behsa demokrasiyê dike, lê belê di pratîkê de antî-demokrasiyê bi kar tîne û wiha got: “Yên tên kirin, li dijî vîna gel bêhurmetî ye. Destenedayîn tenê ne tişteke ku li ser kaxizê be. Ev parlementerên gel in. Divê bi her awayîr êz lê bê girtin.”