Destur nedan daxuyaniya kedkaran 2016-11-23 14:23:33 MÊRSÎN - Li Mêrsînê kedkarên ku xwestin îxraçkirina endamên BES'ê şermezar bikin ahtin astengkirin. Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) Şaxa Mêrsînê îxraçkirina serokê sendîkayê ji di nav de ya 5 kesan li ber avahiya Maliyê şermezar kirin. Kedkarên ku li ber avahiya Maliyeyê xwestin daxuyaniyê bidin bi hinceta ku destura walîtiyê tuneye ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Li ser vê Serokê BES'ê yê Mêrsînê Yusuf Kaya yê li ber barîqata polîsan xwest daxuyaniyê bide ji aliyê polîsan ve hat hişyarkirin. Kaya ligel vê yekê jî axivî û diyar kir ku teblîgata ku ji aliyê walîtiyê ve ji bo qedexeyê hatiye şandin serê sibehê gihîştiye ber destên wan. Kaya destnîşan kir ku bêyî ku lêpirsîn bê vekirin ji kar hatine avêtin û ji bo vê yekê jî daxwazname dane walîtiyê. Kaya got ku ji ber ku ji kar hatine avêtin betal mane, zarokên wan nikare biçe dibistanê, kirayên malên xwe bidin û ji mafên tenduristiyê nikarin sûdê wer bigirin. Piştî axaftina Kaya kedkadar dirûşma "Em kedkar in, maf dar in, em ê bi ser kevin" berz kirin û çalakiya xwe bi dawî kirin.