Heyet îro ji hat astengkirin: Xerabê Bavayî dê dîsa li axê xwedî derkevin 2017-02-26 18:01:49 MÊRDÎN - Heyeta KCD, TJA, HDP, DBP û parazvanen mafên mirovan, xwestin biçin Gundê Xerabê Bava û dîsa rastî astengiya leşkeran hatin. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik, diyar kir ku operasyon bi îşkenceya li diî sivîlan berdewam dike û wiha got: "Gelê Xerabê Bava çawa ku di sala 90'an de li dijî îşkenceyê di ber xwe dan dê niha jî li ax, ziman û çanda xwe xwedî derkevin û di ber xwe bidin. Dêrpêç û dagirkeriya leşker û tîmên taybet a li Gundê Xerabê Bava yê Navçeya Nisêbîna Mêrdîn di roja 16'an de berdewam dike. Heyeta ku ji endam û rêveberên KCD, TJA, DBP û HDP'ê pêk tê, bi armanca biçin gund û welatiyan ziyaret bikin xwestin dîsa bimeşin gund. Heyet dîsa ji aliyê leşker û polîsan ve rastî astengiyan hatin. Heyeta ku 15 kilometre dûrî gund nobetê digirin, bi tevlêbûna Parlamentera HDP'êya Şirnexê Leyla Birlik û parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahim Ayhan, Endama Endama TJA'yê Ayşe Gokkan, Endamên Meclîsa Dayikên Aştkiyê Endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz xwestin biçin gund. Lê heyet dîsa rastî astengiyê hatin. Li ser navê heyeta ku rastî astengiyan hatin, Parlamentera HDP'ê Leyla Birlik, diyar kir ku hem operasyon û hem jî lêgerîn berdewam dike. ‘OPERASYON BI ÎŞKENCEYA LI SIVÎLAN DIDOME Bîrlîk, xwest hikûmet têkildarî geşedanên li herêmê daxuyainyê bide û wiha got: "Tenê Wezîr Soylu daxuyanî da. Ew jî mikur hat ku îşkence hatiye kirin. Ev roj dê têkeve rûpela reş a dîrokê. Niha operasyon û îşkenceya li dijî welatiyên sivîl didome. Ev operasyon vegeriyane îşkenceyê. 2 salin dixwazin sucdarên li Kurdistanê veşêre û bi van bûyeran ser sûcdaran vedişêrin. Dîroka Gundê Xerabê Bava heda hezaran salan dirêj dibe. Li Cizîr û Sûrê jî çawa gel tevî hemû êrîşan axa xwe terk nekir. Gundê Xerabê Bava jî dê li ziman, çand û axa xwe xwedî dereve û axa xwe terk nake. Çawa di salên 90'an de li gund xwedî derketin û terk nekirin dê dîsa xwedî derkevin.