Ji gelê Talatê bang: Dawî li vê zilmê bînin 2017-02-26 19:06:53 MÊRDÎN - Şeniyên Gundê Telatê yên 5 rojin di bin dorpêça leşkeran de ne, alîkarî xwestin. Gundiyekî ku agahî da û got: "Hilweşîn didome. Em nikarin derkevin derve. Bila êdî ev zilm bi dawî bibe. Bese e zilm. Dorpêç û qedexeya li gundê Xerabê Bava 16 rojin didome. Hêj dorpêça gundê Xirabê Bava bi dawî nebû li gundê Telatê û Cibilgiravê dorpêç û qedexeya derketina derve dest pê kir. Qedexe û dorpêça gundên Telatê Cibilgiravê di roja 5’an de didome. Şêniyên Gundê Telatê diyar kirin ku leşker bi kelpçeyan xaniyên wan xera dikin. Welatiyan banga alîkariyê kir û xwest dawî li vê zilm û îşkenceyê bînin. Welatiyê ku agahî da anî ziman ku leşker bi kepçeyan xaniyan xera dike û dorpêç didome û wiha got: "Vê serê sibê hin leşker bi helîkopterê ji gund hatin derxistin. Niha dîsa dengê helîkoptêran tê. Gelek leşker çûn çoltarê. Em nikarin ji malên xwe derkevin. Ji ber ku em nikarin derkevin malên xwe em nizanin çi li gund dibe. Xwendekarên ku ji bo dibistanê derketin derve destûr nadin ku derkevin dervê gund. Yên derve neçar man ku biçin cem xizmên xwe yên Nisêbînê. 6 xwendekarên ku li Nisebînê dixwînin nikarin vegerin mala xwe. Em di rewşek zor de ne. Em dixwazin ev zilm bi dawî bibe. Zarok pir ditirsin. Bila ev zilm bi dawî bibe. Êdî bes e ev zilm."