Komeleyên herêmê: Em ê ji bo 'Na' bixebitin 2017-02-27 09:03:12 STENBOL - Komeleyên girêdayî Platforma Komeleyên Başûrêrojhilat û Rojhilat ên li Stenbolê diyar kirin ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na". Serokê Federasyona Komeleyên Depê ya Xarpetê Alî Edebalî wiha got: "Ji bo ku 'Na' zêde derkevin em ê bixebitin." Referandûma 16'ê Nîsanê her ku nêzîk dibe eniya "Na" jî her diçe mezin dibe. Komeleyên girêdayî Platforma Komeleyên Başûrêrojhilat û Rojhilat ên li Stenbolê jî diyar kirin ew ê di vî eniyê de cih bigirin û di referandûmê de dengê "Na" bi kar bînin. Serokê Federasyona Komeleyên Depê ya Xarpetê (KARDEF) Alî Edebalî diyar kir ku li Depê salên demdirêjin şaredariya AK Partiyê kiriye û wiha berdewam kir: "Şaredariya AK Partiyê 28 milyon deyn hîşt. Di 2014'an de yekem car havşeradarên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) şaredarî qezenc kirin û ev deyn dan." Edebalî bi bîr xist ku piştre qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin û havşaredar û endamên meclîsa şaredariyê hatin girtin, tenê ne li Dep li gelek cihên herêmê bajar hatine serobino kirin û wiha axivî: "Berhemên me yên dîrokî, zimanên me hatin tunekirin. Em van çandan û tiştên ku kurdan bi dest xistine dixwazin bên cem hev û xwedî lê derkevin." Edebalî bal kişand li ser îxraç, binçavkirin û girtinan jî wiha got: "Em ê ligel hemû tiştan ji bo 'Na' derkeve bixebitin. Di vî mijarê de wekî rêxistinên sivakî yên sivîl vî karî ji partiyên siyasî re nehêlin, em ê mal bi mal bigerin." Edebalî mînaka Rojava jî da û got ku modela tê xwestin li wir bê înşakirin ew jî bi cudatiyan re bi hevre bijîn. Edebalî hemû kes vexwend eniya "Na" yê û bi gotina helbestvanê kurd Cêgerxwîn a "Heke hûn ne bin yek, hûn ê herin yek bi yek" ve axaftina xwe bi dawî kir. 'JI PIRSÛSÊ ERÊ DERNAKEVE' Serokê Komeleya Piştevaniyê ya Pirsûsiyan a Rihayê Kerem şeker jî got ku ew bawer e dê welatiyên Pirsûsê dengê "Na" bi kar bînin û wiha berdewam kir: "Pêkûtiyên vî hikûmetê li ser kurdan berdewam dike. Ez difkirim ku di demeke kin de welatiyên me vegerin li ser cewherê xwe. Şeker got ku ji Pirsûsê "Erê" dernakeve û wiha got: "Niha qeyûm tayînî Pirsûsê hatiye kirin, karker ji şaredariyê hatine avêtin. Şaredariya Pirsûsê bi zorê hatiye xespkirin. Di van şertan de dê çawa 'Erê' derkeve." 'BIRÎN NEHATIN PÊÇAN' Wekîlê Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Dersimê mesut Gerçek jî diyar kir ku guhertina qanûna bingehîn di war heq, hiqûq û demokrasiyê de tiştekî nede Tirkiyeyê û dê pêşerojê de rewşa Tirkiyeyê xirabtir bibe. Gerçek got ku ji ber vê yekê ew ê di pêvajoya referandûmê de di nava hêzên ku kampanyaya "Na" bimeşînin de cih bigirin. Gerçek qatlîamên li Dersimê bi bîr xist û got ku ev qatlîam her tim zêdetid dibe heta niha îxtidar bi awayekî cidî nêzîkî vê yekê nebûye û wiha axivî: "70-80 sal in ji bo komkujî bi her awayî bê ronîkirin tiştek nehat kirin. Ji bo birîn bên pêçan tu gav nehat avêtin. Di vî pêvajoyê de jî komkujî bi rêbazên cuda tê meşandin." Gerçek bang li hemû welatiyên elewî kir û got ku ji bo çanda elewîtiyê bi awayeke azad bikaribe xwe îfade bike, bijî û pêş bikeve bi baweriyên din ve bihevre bijîn di referandûmê de dengê "Na" bi kar bînin. ‘EM DÊ ÇAWA WELAT TESLÎMÎ KESEKÎ BIKIN' Serokê Komeleya Piştevaniya Bi Bêdlîsiyan re ya Bagcilarê Raif Haman jî, diyar kir ku wekî Bedlisiyekî li dijî pergala yek zilamî xebaten "Na" dimeşine û wiha got: “Em gelê Bêdlîsê yên li Bagcilarê dijîn bi komî dibêjin "Na". Em hemû aliyê "Na" ne. Em dê xebatên "Na" bimeşînin. Em diçin ku em sedema 'Na' ji her kesî re dibêjin. Em nikarin welat teslîmî kesekî bikin. Em dibêjin 'Na' Em wekî gelê Bedlisê li diji rejîma yek mirovî dibêjin 'Na'. ‘JI BO ZAROKÊN ME NEYÊN KIŞTIN ‘AN’ Serokê Federasyona Komeleyên Êlihiyan Seyithan Başut jî, anî ziman ku ew li dijî kuştina zarokan û şer dê bêjin "Na" û wiha got: "Ew li gorî xwe dibêjin qanûna bingehîn a demokratik. Lê ne wisa ye. Em dibêjin bila hemû gelê Êlihî kom bibin. Çiqas saziyên sivîl û civakî hebin bila kom bibin. Ne tenê kurd hebû baweriyêndin jî bila kom bibin. Ezidi, Suryanî û çiqas bawerî û civakên din hebin bila bên cem hev û bibin yek. Bila mal bi mal bigerin. Bila cudahiyê nexin nava tu kesî. Bila şev û roj ji bo "Na" bixebitin. GER NA DERKEVE DÊ PÊŞEROJ XWEŞ BIBE Serokê Komeleya Piştevaniya Kerboraniyan Şaban Demiral jî ani ziman ku ger di ferandumê de 'Erê' derkeve dê Kerboran wekî ji Komarê heta îro bi OHAL'ê hatiye rêvebirin dê dîsa bi OHAL'ê bê rêvebirin û wiha got: "Ger Erê derkeve dê zilm bêtir bibe. Ji ber vê yekê em dê eniya 'Na' xurt bikin. Ger ku 'Na' derkeve dê rojên xweş werin. Dê her tişt xweştir bibe. Em bang li her kesî dikin ku ji bo 'Na' bixebitin. JI BO KURDAN TU TIŞT TUNE Serokê Komeleya Vartoyiyan Veysel Guneş jî, anî ziman ku heta niha mafê kurdan di qanûnê de nehatiye parastin û wiha got: "Qanûna bingehîn ku niha dixwazin saz bikin der barê kurdan de tu tişt tune. Ger ku 'Na' derkeve dê yekîtî û tifaqî zêdetir bibe. Divê hemû mirov, bawerî û nasnameyên cuda karibin bi hevre bijîn. Em li nava gel digerin û der barê 'Erê' û 'Na' de civakê agahdar dikin. Rêveberê Federasyona Komeleyên Hoçvan Yılmaz Şît jî anî ziman ku Erdexan di qada aboriyê de warekî mahrum hatiye hiştin û wiha got: "Dema em diçin Erdexanê mirov perîşan in. Em kurd in. Çand, ziman, kevneşopî u fikrên me hene. Em îro nikarin li Erdexanê qala van tiştan bikin. Gundê me ji 400 malan pêk tê. Lê niha tenê 18 mal mane. Ji ber aborî û zextan mirov koçî metropolan dike. Ji bo qanûnek bingehîn a demokratîk em dibêjin 'Na' Ji bo zarok û pêşeroja xwe em dibêjin 'Na' Em li 15 salên AK Partiyê binerin tiştekî em bêjin 'Erê' tune. Ji ber vê yekê em dibêjin 'Na'