Tahtaci yên Torosê dibêjin 'Na' 2017-02-27 09:03:58 MÊRSÎN - Elewiyên Tahtaci yên li kontarên çiyayê Toroslarê dijîn, têkildarî referanduma qanûna bingehîn fikrên xwe anîn ziman û diyar kirin ku dê bêjin "Na" Elewiyên gundê Kizilkaya yê kontarê Çiyayê Toroslarê ya Mêrsînê ku ji ber li kontara çiyê dijîn ji wan re Elewiyên Tahtaci tê gotin têkildarî referanduma qanûna bingehîn ku di 16'ê Nisanê de pêk bê nerînên xwe anîn ziman. Elewiyên Tahtaci ên li Kontarên Torosê dijîn wekî welatiyên Yoruk xwedî çanda koçeriyê ne. Lê niha li gundê Kizilkaya bi cih bûne. Elewiyên Tahtaci diyar kirin ku dê di 16'ê Nisanê de bêjin 'Na' Elewiyên Tahtaci anîn ziman ku ew ji guhertinên qanûna bingehîn û demokratîkbûna wê bawer nakin. Welatiyê Elewî yê Tahtacî Oktay Armutoglu diyar kir ku tu qanûna nivîskî ya Îngîlîstanê tune. Lê pir xweş tê bi rêvebirin û wiha got: "Wekî welatê mînak tê dîtin. Nila li cem me pergal tê guhertin. Ger ku mirov neyê guhertin pergal bê guhertin jî fêda wê tune. 18 xalên bên guhertin bi xwe re tu tişteki xweş nîne. Di seri de elewiyên Tahtaci û piraniya civakê dê bêjin na. Divê her kes bêje na." ‘MESELE NE QANÛNA BINGEHÎN E' Armutoglu, destnişan kir ku di qada jiyanî de ew xwe di ewlehiyê de nabînin û wiha got: "Yek ji pêdiviyê mirovan ê sereke ewlehî û bawerî ye. Yên din jî xwarin, û parastin e. Di 10-15 salên dawî de pirsgirêka ewlehiya mirovan her ku diçe zêde talûke dibe. Her her alozî, şer û bêzarî heye. Aramî tune ye. Em bêjin 'Erê' jî ev yek xelas nabe. Ji ber vê eykê ez dê bêjim 'Na' Gelek kêmasiyên qanuna niha hene. Lê Qanûna bê guhertin dê ji ya niha xerabtir be. Mesele ne guhertina qanûnê ye. Mesele pergal û feraset e." Armutoglu, anî ziman ku elewiyên Tahtaci jî wekî her elewî dixwazin azad bi nasnameya xwe û baweriya xwe bijîn û ji bo vê yekê dê bêjin 'Na' Armutogu, bilêv kir ku her mirov qanûnek bêtir demokratîk, bêtir hemû mirovan hembêz bike û cih bide azadiya raman, bawerî û nasnameyan dixwazin û wiha got: "Ji bo qanûnek bêtir demokratîk û azadîparêz divê her kes bêjin 'Na' Elewiyê li Torosê têkoşîna jiyanê dide Huseyin Kara jî anî ziman ku ew li bajar xwe ewle nabîne û wiha got: "Kesên li Toroslarê dijîn li dijî îktîdarê û serdestiyê jiyanek azad dixwazin. Qanûnên bên guherdin li dijî maf, ked û baweriyan e. Ji ber vê yekê 18 xal bi tevahî li dijî mafê wan e. Ji bo ku ev guherdin li dijî berjewendiyên xweza, zarok, jin, mafên mirovan e dibêjin 'Na'" Kara, xwest li şûna vê yekê qanûna ku hemû mafan û nirxên civakê biparêze û qanunek bingehîn bê sazkirin.