Bavê hevserê xwe yê dixwaze veqete bi ' îxbarê' da girtin! 2017-02-27 09:04:59 MÊRSÎN - Gulîstan Huseyîn Îsmaîl a ku dixwaze ji hevserê xwe veqete diyar kir ku ji ber îxbara hevserê xwe bavê wê Huseyîn Îsmaîl Şexo hatiye girtin. Di sedema girtina Şexo de jî îxbar û parvekirinên wî yên di çapemeniya civakî de kiriye tê nîşandan. Welatiyê bi navê Huseyîn Îsmaîl Şexo beriya 5 salan ji ber şerê li Sûriyeyê ji bajaroka Raco ya Efrînê hate Tirkiyeyê. Şexo yê li Mêrsînê bi cih bû piştre keça wî Gulîstan Huseyîn Îsmaîl û zavayê wî Kawa Enwer jî derbasî Tirkiyeyê bûn û li kampa Îslahiyê ye bi cih bûn. Li ser pêşniyana Îsmaîl Şexo piştî salekî ji Îslahiyeyê koçî Mêrsînê kirin, Gulîstan û hevserê wê jî li vidr jiyana xwe berdewam kirin. 'DEMA XWEST VEQETE TEHDÎD KIR' Gulistan a ku di vî navberê de di karên çandiniyê de xebitî ji ber ku hevserê wê nexebitî pirsgirêk jiyan kirin. Hevserê wê xwest bi jineke din re bizewice li ser vê Gulîstan dev ji hevserê xwe berda û li cem malbata xwe bi cih bû. Hevserê wê zewicî, Gulîstanê xwest ji hevserê xwe veqete. Gulîstanê diyar kir ku li ser vî daxwaza xwe ji aliyê hevserê xwe ve hate tehdîdkirin. 'PIŞTÎ HATE TEHDÎDKIRIN SIBETIRÊ POLÎS HATIN' Gulîstan anî ziman ku ligel tehdîdê venegeriyaye û dîsa ji aliyê hevserê xwe ve bi gotina "Ez ê te û malbata te wekî PKK'î ne gilî bikim" gef lê xwariye. Gulîstan got ku ligel vê yekê jî venegeriyaye li ser vê sibetirê polîsan bi ser mala wan a li navçeya Toroslarê de girtine, bavê wê Huseyîn Îsmaîl Şexo hatiye binçavkirin. Gulistan da zanîn ku sibetirê jî (di 8'ê sibatê de) jî bavê wê hatiye girtin, bavê wê ji aliyê hevserê wê ve hatiye îxbarkirin. Gulistan got ku piştî ku bavê wê hatiye girtin hevserê wê gelek caran li wê geriyaye û bi gotina "Ger ku tu venegerî ez ê te jî dayika te jî wekî PKK'î ne îxbar bikim" gef li wê xwariye. Li ser dosyaya ku Huseyîn Îsmaîl Şexo ya hejmar 2017/6688 biryara veşarîbûnê heye. Hate hînbûn ku di dosyaya Îsmaîl Şexo de tê gotin ku li ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî li Efrînê wêneyê bi YPG'iyan re hatiye parvekirin wekî sûc hatiye dîtin.